Îro jî şaredarê bajarê mezin a Dîyarbekirê Cumalî Atîlla di bin navê ”masaya sipî” ya şarederîyê de pêşewazîya xelkê kirîye û zarokeka piçûk himbêz kirîye û dîyarî daye wê û pirsên dê û bavê wê guhdarî kirîye, ne xuya ye ji pirsên wan re çareserîyê ditîye yan na; lê wexta dest bi qayûmê kirîye heta nuha ew pêşewaziya xelkê dike û di xeta Alo 153 guhdariya gazinên wan dike û bi wan re bol bol risimê xwe dikşîne û wan risman him di medya ya heremî de û him jî di sîteya şarederîyê de bi kurdi û tirkî belav dike û propagandaya xwe û pesnê xwe dide ku ew ji Diyarbekirîyan re xizmetê dike; lê di eslê xwe de misyona wî ew e ku dewletê bi kurdan bide hezkirin!
Ev zat ji Elezîzê ye û carna wexta derdikeve sûkê bi dîyarbekirîyan re çend gotin bi kurmanci/zazakî jî diştexile û dixwaze bêje ku ew jî kurd e û ji Gulten Kişanek zêdetir kurdî dizane.
Cumalî Atîlla qeymeqamê Etîmesguta Anqerê bû û di 5 Mijdara 2016ê de dewlet wî wek qeyûm bi zanetî di şûna hemşerîya wê Gulten Kişanak de li şaredarîya mezin a Amedê ve tayin kiribû.
Kişanak xwedigiravî ji hereketa kurdî bû lê ev merivê dewletê ye; li gel wê jî ew dixwaze îma û întîbayek wisa nîşan dide ku ew ji hevseroka şaredara mezin Kişanak zêdetir xwedî li Diyarbekirê derdikeve.
Sîyaseta dewra berê ya dewleta tirk xelas bûye û êdî ew ne tirk, kurdên ku bi dewletê ve entegre bûne û xwe tirk dihesibînin dixe dewreyê û bi destê wan sîyaseta xwe dimeşîne û dixwaze dîyar bike ku ferqa kurd û tirkan nîne; dewleta xwe di çavê kurdan de şîrintir nîşan bide.
Mixabin yên li ser navê tevgera kurd şarederîyê kirin ew jî azmûneka baş nîşan nedan û ew bi xwe jî sîyetseta entegrasyonê meşandin; heta ew kadro û partî û rêxistinên ku li dijî entegrasyonê derdikevin ew bi xwe jî bi zikrên xwe bûne parçeyekê entegrasyonê. H.C