Rakirina peyker û sembolan li şaredariyên Kurdî berdewam e. Qeyûmê şaredariya bajarokê Têkora ser bi parêzgeha Qersê, peykerê Şaîr û Rewşenbîrê Kurd Ehmedê Xanî rakir ku sala 2013an ji aliyê şaredarê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve hatibû danîn.
Berê bûyereke wiha li bajarokê Bazîda ser bi parêzgeha Agirî jî qewimî bû. Piştî danîna qeyûm, peykerê Ehmedê Xanî yê li wî bajarokî hat têkdan û vêna jî nerazîbûneke zêde ligel xwe anî.