Qeyûmê Qersê wek karê pêşî li ber avahiya şaredariyê nimêja Fethê kir

Qeyûmê Qersê wek karê pêşî li ber avahiya şaredariyê nimêja Fethê kir

Piştî ku îro 2yê Cotmehê şaredarê bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê Ayhan Bilgen hatin girtin û parêzgarê Qersê Turker Oksuz wekî qeyûm ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve li ser şaredariyê hat danîn, wekî karê pêşî qeyûmê şaredariyê li ber avahiya şaredariyê nimêja Fethê û dia kir.

Hat zanîn ku çawa biryara girtina Ayhan Bilgen û 16 siyasetmedarên HDPê li Enqerê hat dayîn, di nav 10 deqeyan de qeyûm bo şaredariyê hat tayînkirin.

Qeyûmê şaredariyê parêzgarê Qersê Turker Oksuz jî wekî karê pêşî erka xwe ya nû bi nîmeja înê ya Fethê li ber avahiya şaredariya Qersê wergirt.

Şaredarê Qersê Ayhan Bilgen û rêveber û parlamentarên berê yên HDPê bi hinceta bûyerên Kobaniyê yên sala 2014an zêdetirî hefteyekê ye hatibûn binçavkirin û îron hatin girtin.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne