Rêvebirîya Şaredarîya Qoserê ku qeyyûm avêtbûn ser, gelek milkên neguhêzbar ên şaredarîyê bexşandîye MEBê.
Herwiha heman rêvebirîyê tirempêlên şaredarîyê jî bexşandîye Emnîyetê.
Hat gotin, bexşandina van milk û tirempêlên şaredarîyê piştî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê pêk hatîye ku di encama hilbijartinê de bi rêjeya ji %70ê zêdetir HDPyê Şaredarîya Qoserê bi dest xist.
Hat dîyarkirin ku avahîya Navenda Çandê ya Ciwanan, Mala Gelî ya Bahçelîevlerê û 2 tirempêlên ku weke serwîsên xebatkaran dihatin bikaranîn bo Wezareta Perwerdehîyê ya Neteweyî (MEB) hatîye bexşandin.
Herwiha derkete holê ku 5 tirempêlên din ên şaredarîyê jî bo Emnîyetê hatîye bexşandin.