Hat ragahandin ku îro (12.11.2016) qeyyûmê şaredarîya Bajarê Mezin yê Dîyarbekirê Cumalî Atîlla qeyrana dil derbas kirîye û rakirine nexweşxaneyê.
Wer xuya ye di nav 10 rojan de Atîlla fehm kir ku bi tayînkirinê îdarekirina bajêr zahmet e û ligel vê zahmetîyê jî, belkî bi kuştina hevpîşeyê (meslektaşê) wî yê qeyyûmê Dêrika Çiyayê Mazî tesîr lê kiribe ku ev krîz hatîye serê wî.
De em bahsa ezabê wijdanî nekin; dermanê wê qet tuneye, Waliyê Rewşa Ewarte yê dawîya salên 80yî yê Dîyarbekirê Hayrî Kozakçioglu di 2013ê de ji ezabê wijdanî guleyekî bera serê xwe dabû û întîxar kiribû.
Wek dihê zanîn Hevserokên Şaredarîya Amedê Gultan Kişinak û Firat Anli di 26ê Cotmehê de hatibûn girtin û di şûna wan de qeymeqamê navçeya Etigmesut ya bajarê Enqerê Cumalî Atîlla di 1ê Mijdarê de wek qeyyûm hatibû tayînkirin.