Serokê nû yê Şaredarîya Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu, piştî mazbataya xwe wergirt û çû şaredarîyê, dokumantek pêşkêşî wî hat kirin ku 68 milyon deynê şaredarîyê ji dema rêvebirîya qeyyûmî ve hatîye tomarkirin.
Hat gotin ku ji bilî vê deynê tomarkirî 800 milyon deynên netomarkirî jî heye.
Herwiha li dokumanteran derkete holê ku di xizaneya Şaredarîya Dêrsimê de 266 hezar TLyê tenê hene.