Qonaxa yekem a 'Navçeya Aram' dest pê kir

Wezîrên Berevaniyê yên Tirkiye û Amerîkayê derbarê ‘Navçeya Aram’ de peywendiyeke telefonî encam dan û hat ragihandin qonaxa yekem a vê navçeyê dest pê kiriye.

Wezîrên Berevaniyê yên Tirkiye û Amerîkayê derbarê ‘Navçeya Aram’ de peywendiyeke telefonî encam dan û hat ragihandin qonaxa yekem a vê navçeyê dest pê kiriye.


 

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku Wezîrê Berevaniyê yê wî welatî Hulusî Akar û Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper di wê peywendiya telefonî de ‘Navçeya Aram’ ku tê pêşbînîkirin li Rojavayê Kurdistanê bê avakirin, gotûbêj kirine.


 

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, ragihandiye ku Hulusî Akar ji hevtayê xwe re diyar kiriye ku pêwîst e, ‘Navçeya Aram’ li gor xalên ku li ser rêkeftin li ser hatiye kirin bêyî ku dem bê windakirin, bê avakirin.


Herwiha hatiye gotin ku herdu alî li ser destpêkirina qonaxa yekem a plana derbarê ‘Navçeya Aram’ de ji îro û pê de li hev hatine.

Hatiye diyarkirin ku derbarê bicihkirina qonaxên din ên ‘Navçeya Aram’ şandeke Amerîkayê di demeke nêzîk de dê bê Enqerê.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e