Qoser û Don Kîşotekî Modern

Şeyhmus Ozzengîn

Hunermend Şerif Kîno

Huner, bi qasî dîroka mirovatîyê kevnar e.

Mirovan, di dîrokê de, li sertaht, kevir, Li serdîwarên şikevtan, li ser bircên avahîya bi fîgurên xwe re dest bi huner kirine. Fîgurekî piçûk, bi çend xetan û bi pêkerekî kevir, ji herîyê xwe îfade kirine. Bi rêka hunerê xwe, xwe û jîyana xwe gîhandine jîyana şareza.

 

    

 

Li ser vê dîrokê huner geşbûye: Pêkersazî, wênekarî, roman, helbest, avazek hatîye ber destê hunerkaran û tîp derxistine ber me. Bûne tîpên qencî û xerabîyê. Carnan bûye „ezîzek“ û sînga xwe daye bayê, carnan bûye „Kawayê hesinkar“ û li henber zilma „Dehaq“ serî hildaye. Carnan jî bûye „Don Kîşot“ û bi aşê bayê re şer kirine.

Carnan wek „Reşkê şevê“ bûye cîhê metirsîdar û di şevên reş û bê ewle de de, bûne xof û ketine sînga mirovan.

 

Carnan bûne „Xocayê Xizir“ û bûne sembola hêvîyê ji mirovên bêçar re. Rîh Spîyekî li ser hespê boz, ku wek bayê bezêbêt di hewarawan de û wan ji tengasîyan rizgar bike.

Carnan bûye „Don Kîşot“ û li henber xerabîyê, nebaşîyê serî rakirîye. Bi hêza ji quweta mirovan mezintir re şer kirîye, ku mirov nebin êsîrê hêzê.

 

     

 

Carnan di romanan de bûye giranbûhaya ewînek bêpa û li „Beko Hawan“ rast hatîye. Ji ewînek şêrîn birc hatine avakirin û bi destê „Beko Hawan“an, ew ewîna şêrîn di zîndanên van bircan de hatine zîndankirin û kujtin.

Ev hunere. Bal û tên, hêz û zanîna dîrokîye. Bi stranekê, bi firçe û rengan, bi pênûsek honankar, bi çakuçekî di destê Pêykersaz de, bi herîyek di nav tilîyên hunermend e, dibe fîgurek, dibe raman û avazek, dibe cîhana rengan û derdikeve ber me. Huner dibe ez, tu, ew û li me vedigere. Em dinav rengan de hinbêz kirî, lê reng ji me dûr in û ji me re dibin ecêba huner.

 

Hunermend Şerîf Kîno yek ji wan e. Carnan raser dibe „Don Kîşot“ û bi ramanên „Don Kîşot“ reder dikeve ber me. Carnan dibe Şervanekî wek Salahatîn-î Eyûbî li çola Ereban, Carnan dibe „Don Kîşot“ekî siwarê hespê û dest birim li bajarên modern me şaş dike. Carnan jî bi hînkirinek Metaforî derdikeve ber me û jîyanek rasteqîn pêşewazî me dike.

 

        

 

Hunermend Şerîf Kîno, bi rengan ji xwe re cîhanekê ava dike û di nav xewn û xeyalên xwe de avakirina jîyanek rasteqîn derdixîne ber me.

Hunermendê me ji Mêrdîn e û rengên xweza Mêrdîn, kevnarîya Mêrdîn, avahîyên Mêrdîn bi rengê pastel di xewn û xeyalên me de cîh ji xwe re çêdike. Sîya mirovan, tebayan, hesp û çivîkan, şopa mirovatîyê di van fîguran de veşartî û her guhertî derdikeve ber me û me ecêb mayî dihêle.

Ev Don Kîşotîyek modern e ku ji bircên Mêrdîn dadikeve ber bi deşta Mêrdîn de û carek din li paş xwe vedigere û rengên xwe û rengê Mêrdîn dide berhev. Di vir de di navbera başî û xerabîyê de şer destpê dike. Fîgurên wî mîna Don Kîşatekî modern beşdarî vî şerî dibin. Fîgurên hunermend, hin bi aheng û lihevhatî û hin jî wek ku hemen wê di nav berawan de şer destpê bike derdikevin ber me. Ev jî serkevtinek bêpa dide hunermend.

 

       

 

Hunermend Şerîf Kîno, boyaxa pastel, di rengên bihar û payîza Deşta Mêrdîn de, wek suwarekî bilez di nav hecacoka toza vê deştê de, dike bêndera pêkerîya huner û fîgurên wî di navrengan de pêşewazî me dibin.

Hunerê xwe di van serkevtinên xwe de wek dînamîzmek jîyanê derdixe holê.

Hunermend Şerîf Kîno, di vê serkevtinê de dibe hunermendê „Don Kîşot“ û serî radike. Wek ku hesabê her cûrezilm û zordarîya li ser vê axa qedîm ji her kirêkaran bipirse, wek kela Mêrdîn dibe şahê huner.

 

Di vir de, hunermend û ramanên ber firça wî, bi tayên dîrokê re li ser vê axa pîroz, carek din birûh dibe, lê bi şîveyek modern û dadikeve qada hesap pirsînê. Dibe şervanekî li henber her cûre xerabî û neheqîyê.

Carnan dibe Leyleg û hêlîna xwe li ser çekên şer, wek zirpoşan çêdike û dibe dengê dijî êrîşên ser welatê xwe.

 

Hunermend, di hunerê xwe de, her rêya bi paş de vegerê ji bo welatê xwe, ji xwe re hiştîye. Don Kîşotbûna wî jî ev bi xwe ye. Rêya serhildanê di hunerê wî de ev bi xwe ye. Ji ber wê di hunerê xwe de hin rêwîyê vegerê û hin jî temaşevanê rêwî bi xwe ye. Hêvîya wî di virde têt çandin û bi vegera qahremanê wî re carek din li ser axa xwe zînde dibe. Belkî ev jî armanca hunermend bi xwe derdixe ber me..

 

Hunermend Şerîf Kîno li Qoser (Qiziltepe) dijî. Di sala 1992 an de li Universîta Marmara, Fakulteya Perwerdeyê, Beşa wênekarî kuta kirîye. Perwerdekarê hunerîye li Qoserê û bi piranî jî berhemên xwe li vir çêdike. Ji Mêrdîn heta Stenbol û Swêdê beşdarî 37 çalakîyên hunerî bûye. Niha jî heta 25ê Kewçêrîna Pêşîn 2019, li Muzeya mêrdîn, beşa huner, çalakîya hunermend berdewam e.

20.11.2019