Qubad Talabanî wek serokê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî hat destnîşan kirin

.

Serkirdatiya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê îro Pêncşemê li Silêmaniyê civiyan.

Di civîna Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê de, Qubad Talebanî wek Serokê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî ji bo hilbijartinên pêşwext ên Iraqê hat destnîşankirin.

Hat ragihandin ku îro 29ê Tîrmehê YNK û Goran bi serokatiya Bafil Talebanî û Omer Seyid Elî li baregeha Polîtburoya YNKê li Silêmaniyê civiyan.

Di civînê de her du aliyan li hev kir ku Qubad Talebanî bibe Serokê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî ji bo hilbijartinên pêşwext ên Iraqê ku 10ê Cotmeha 2021ê birêve diçin.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e