Di 8mîn salvgera bûyera bajarê Amûdê de, qurbaniyên wê bûyera biêş di çalakiyekê de hatin bibîranîn.
Heştemîn salvegera bûyera Amûdê ye ku têde di xwepêşdana hejmarek ji xelkê wî bajarî de 6 kesan canê xwe ji dest dan.
Xwepêşander daxwaza azadkirina hejmarek girtiyên siyasî û çalakvanan dikirin ku aji aliyê hêzên ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser re hatibûn girtin.
Di dema xwepêşandanê de, otombêleke YPGê di kolaneke nêzîkî xwepêşandanê re derbas dibû û xwepêşanderan li dijî wan silogan gotin û piştre alozî derket. Di encama aloziyê de, hêzên YPGê gulle di ser xelkê re berdan û ji encama gullebaranê 6 kes ji xwepêşanderan canê xwe ji dest dan.
Çend rojan rewşa bajar ne aram bû, lê piştre rewş hat kontrolkirin. Heta niha jî ev mesele nehatiye çareserkirin, ji ber ku malbatên qurbaniyan daxwaza dadgehkirina tometbarên wê karesatê dikin.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) sala 2020an di heftemîn salvegera bûyerê de ragihand, bûyera Amûdê şaşiyek bû û tekez kir, ew amade ne malbatên qurbaniyan qerebû bikin.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihandibû: “Bûyera ku di rojên 27-28 Hezîrana 2013an de li Amûdê qewimî, facîa bû û ziyaneke mezin gihande gelê me û divê di dîroka gelê Kurd û Rojava de dubare nebe.”
YPGê diyar kiribû: “Em lêborîna xwe radigihînin û amade ne tezmînata manewî û madî ji malbatên şehîdên gelê xwe yê bajarê Amûdê re pêşkêş bikin.”
Bûyerên Amûdê di 27-28ê Hezîrana 2013an de, di navbera hêzên YPGê û xwepêşanderên Amûdê de, ji bo berdana girtiyan çê bibûn û di encamê de 6 kesan canê xwe ji dest dabûn û hejmarek kes jî birîndar bûbûn.