Xanî hem rêberekî kevn û hem jî bi Mem û Zîna xwe rêberekî herwext û zemanî ye.
Rêberekî wisa ye ku dîrok tu carî nikare wî û xebatên wî wenda bike. Herdem dê bi fikr û berhemên xwe li welatê xwe bi azad û bi xweşî bijî.
Dê heta hetayê di dilê kurdan de şewqa azadîyê pêxe.
Xanî tu carî nayê ji bîrkirin. Herçiqasî berhemên wî û peykerên wî bên tahrîbatkirin jî dê ew nemire û dê herdem wek berê di bîr bawerîya welat û welatparêzan de zindî bimîne.
Wekî rojê dê herdem ji nû ve derkeve ji paş çîyayan ve û dê welatê xwe bi tîrêjên xwe her roj û her sibeh ronîdar bike. Bi ronahîya Xanî dê nêvîyên wî pêşerojê biafirînin û dê “Tekmîl bikin dîn û dewlet”
Xanî nemirîye û namirê û dê tucarî jî nemir e. Ew bi hizr û fikra xwe nemir e.
Qeweta kesekî bi qeweta wî nakeve. Destên wî Mem û Zîn, Nûbihara Biçûkan, Eqîdeya Îmanê û Dîwan nivîsandîye. Bi desêtjêkirina peykerê wî kesek nikare tu zirarî bide berhemên wî û fikrên wî.
Hûn nikarin bi mîrê mîran, hûn nikarin bi Xanî bi wê de herin. Li hespên xwe siwar bin û biteqezin.
*Tahrîbkirina peykerê Ehmedê Xanî
Tahrîbkirin û êrîş ne tenê li ser peykerê Xanî bû. Ev êrîş û tahrîpkirin ji bo fikrê Xanî bû.
Xanî di berhemên xwe de rêya serxwebûnê nîşanê gelê xwe dide. Evan kesan xwestin rêya ku Xanî vekirîye xera bikin û tarûmar bikin.
Ji bo tahrîbkirina fikrê Xanî wezarata Tirkîyê a çandî berhema seydayê nemir wergerandin zimanê xwe. Lê ev wergerandin li gorî daxwaz û fikrên wan bû ne li gorî fikrê Xanîyê gorbihiştî bû. Di talankiran berhema Xanî de xwestin çavên Kurdan boyax bikin. Xwestin Xanî û fikrên wî ehlî bikin ku rêya xwîneran ber bi azadîyê ve neçe.
Herçiqasî xebat ji bo talankirina fikrê hostayê mezin bên kirin jî, fikrê wî dê neyê kelepçekirin.
*Wergera Mem û Zîna ya Wezerata Çandî a Komara Tirkîyê
Li gel van xebatên tarûmarkirinê ya li ser mamosteyê nemir, mamosteyên nûjen bê deng namînin û dest diavêjin xebatan. Yek ji wan xebatkaran Prof. Dr. Kadrî Yildirim e. Mamoste Kadrî li ser wergera Wezarata Çandî ya tirkî rexneyek nivîsîye. Di berhema xwe de bi çavekî rexnegerî û objektîfî li mesele meyze kirîye.
*Rexneya Kadrî Yildirim ya ku li ser wergerê nivîsandî
Lê her çiqasî li dinê xirabî hebin jî dê hertim hêvî jî hebin û dê her roj, roja me ji nûve bê ava.
Ji wan rojên reş û tarî ta heta van rojên nîv tarî hejmara Xanîyan zêde bûye û roj bi roj zêde dibe. Pêlên fikir û xiyala Xanî li her derê welêt şîn dibe û dê şîn bibe.
“Vî zemanî herkesek mîmarê dîwarê xwe ye.”
De rabe hosteya dîwêr. Dê rabe û bibîne.
Dîwarê ku te bingeha wî avêtî li ber qedandinê ye.
De rabe û Ala Rengîn li ser wî dîwarî biçîkîne.