Rêvebirê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê (IAEA) Rafael Grossi ragihand ku îhtîmala pêşketin û danûstandinên ligel Îranê heye.
Rafael Grossi îro Pênşemî 14.11.2024 di daxuyaniyeke ji K24ê re qala destpêkirina danûstandinên li ser bernameya atomî ya Îranê kir.
Serokê IAEA: "Em dixebitin ku pêşveçûnên erênî bi dest bixin, ez difikirim ku derfeta me heye ku em pêşde biçin û bi Îranê re muzakere bikin."
Rafael Grossi got: "Girîng e ku ez bi serok û hikûmetê re me da ku pêşkeftinan pêk bînin, ew hêvî dikin ku pêşkeftin çêbibe, ku ev yek pir girîng e, ji ber ku ev demek dijwar e û divê em vê bikin."