Rafsancanî mir; di 40 rojîya mirina Humeynî de Qasimlo hatibû kuştin

Di wê demê de Rafsancanî lîderê yekem yê Îranê bû û di 40 rojîya mirina Xumeynî de kuştina Qasimlo manîdar bû.

Ali Ekber Haşîmî Rafsancanî  8.01.2017ê de di 82 salîya xwe de mir; ji şoreşa îslamî ya 1979ê vir ve heta mirina xwe ew di hemû pozîsyonên dewleta Îranê de cî wergirt û roleka sereke lîst; du caran serokkomarîya Îranê kir.

Di 3ê Hezîrana 1989ê de rêbêrê şoreşa îslamî ya Îranê Xumeynî mir. Bi însîyatîf û pêşnîyaza Rafsancanî, Alî Hameney bû rêberê dînî yê Îranê û Hameney jî  ew pêşnîyazê serokomarê Îranê kir û ew du caran serhev ji bo serokkomar hat hilbijartin.

Dewleta Îranê bi minasebeta mirina Rafsancanî 3 rojan şîn danî û roja definkirina wî li welêtê xwe tatîla resmî îlan kir. Meyitê wî dê li ber rêberê dînî Xumeynî bihê definkirin û nimeja wî jî dê ji alîyê rêbêrê Îranê Alî Hameney ve bihê kirin.

Di 13ê Tîrmeha 1989ê de serokê PDK-Îranê Abdurehman Qasimlo tevî du hevalên xwe li Wiyanayê ji alîyê ajanên Îranê ve hat kuştin. Di wê demê de Rafsancanî lîderê yekem yê Îranê bû û di 40 rojîya mirina Xumeynî de kuştina Qasimlo manîdar bû.

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes