RAGIHANDIN

Shahîn Bekir Soreklî li Stenbolê li Weqfa Îsmail Beşikcî konferans dide

Dost û hevwelatiyên dilsoz

Ji 5ê mehê û şûn ve, ez ê hefteyekê li Stenbolê bim. Dê li wir beşdare hinek çalakiyan bibim, yek ji wan:
Bi inîsyatîva CHALAK EVENTS û WEQFA ISMAIL BEŞIKCI kombûneke bi beşdariya min dê cîh bigire: Roja şemê 7/09/2019, demjimêr 5ê êvarê li Weqfa Ismail Beşikci: –Kulo
ğlu mah. İstiklal Cad. 21/1, Beyoğlu/İstanbul.

Bernameya hevdîtinê:
• Pêşgotin û pêşkêşkirin: Salihê Kevirbirî
• Shahîn Bekir Soreklî:
– Xwendina beşine ji berhemên xwe
– Pêşkêşkirina beşekî ji Destana Dewrêşê Evdî
– Pêşkêşkirina gotareke bi sernivîsa ZIMAN
– Pirs û bersîv
– Îmzekirina pirtûkan (Pirtûka “Helbestên ji Dil” û pirtûka “Destana Dewrêşê Evdî.)

Bi hêviya hevdîtinê û demeke xweş.

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!