Rejîma Îranê biryar e sibê aktîvîstê siyasî yê Kurd Ramîn Husên Penahî darve bike. Penahî jî peyameke vîdyoyî belav kir û wiha got,
“Silav û rêz. Ez Ramîn Husên Penahî me. Di zîndana Recayîşar de têm girtin.
Ez spasiya herkesekê ku piştgiriya min dike, dikim. Ez aktîvîstekê ji bo azadiya gelê Kurdistanê me. Ez spasdarê gelê Kurdistanê û gelê Îranê me ji bo piştgiriya wan. Ev piştevanî min kêfxweş dike. Ez tometên di derbarê xwe de red dikim. Ez ne terorîst im, aktîvîstekî sivîl im. Ez ji bo azadiya Kurdistaniyan têdikoşim.”