Raperîna Li Rojhilatê Kurdistanê û Girîngîya Xebatên Li Dîasporayê

.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk ji hejmara 433an a Rojnameya Agirî ya ku PDK-Îran diweşîne ra nivîsand:

Nivîsa Mustafa Ozçelîk li jêr e:

Raperîna Li Rojhilatê Kurdistanê û Girîngîya Xebatên Li Dîasporayê.

Qetil kirina keça Kurd Jîna Emînî, li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê bûye mîladeke nû. Êdî tu tişt dê wekî duhî nemîne. Îro  ji duhî cuda ye, sibê jî dê ji îro cudatir be.

Bi taybetî hevgirtin, hemahengî , helwest û sîyaseta hevbeş a Navenda Hevkarîyê ya Partîyên Kurdistana Îranê, di dîroka Rojhilatê Kurdistanê da rûpelekî nû yê neteweyî, niştimanî vekirîye.Bi beşdarî û berfireh kirina bi alîyên din ên neteweyî, Kurdistanî yên li Rojhilatê Kurdistanê, ev yekgirtina biqîmet, dê bikaribe bingehê guhertinên mezin ava bike.

Raperîna li Rojhilatê Kurdistanê gihîştîye asteke nû, girseyî û organîzekirî.

Raperîna gelên Belûcî, Faris, Azerî, Ereb,Tirkmen , di eslê xwe da barê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê siviktir dike; rê nade ku Kurd tenê  bibin armanca êrîşên Dewleta  Îranê.

 Bawer dikim, partîyên me yên Rojhilatê Kurdistanê , ji bo ev raperînên li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê bi awayekî hevbeş bêne organîze kirin di nav hewleke cidî da ne.Lê mixabin raperîna gelên Îranê ne di kontrol û organîzeya navendekê da ye. Ev jî hinek xeterî û fikareyan bi xwe ra tîne.

Lê raperîna gelên Kurdistanê û Îranê, êdî cîh li Rejîma Îranê teng kirîye.

Berîya her tiştî divê Navenda Hevkarîyê ya Partîyên Kurdistana Îranê û hemû partîyên din ên neteweyî, niştimanî yên li Rojhilatê Kurdistanê, bi awayekî berfireh xwe amadeyî guhertinên mezin jî, xwe amadeyî êrîşên mezin ên Dewleta Îranê jî bikin. Carina bûyereke wek a kuştina  keça Kurd Jîna Emînî, ya ku ji carekê ve rûdaye, dikare bibe destpêka guhertin û şoreşên mezin jî.Hemû partîyên neteweyî, niştimanî yên li Rojhilatê Kurdistanê, ji bo ku bikaribin ji wan firsendên  mimkune ku bê ber derîyê wan feydê werbigirin, divê amadekarîyeke berfireh bikin.

Helbete  em baş dizanin ku,  di konjonktura heyî da, ji bo guherînên li welatekî,hêza gelê li wî  welatî tenê têrê nake. Gelek caran aktorên derekî roleke tayînker dilihîzin.

Di rewşa heyî da, ji bo rûxandina vê Rejîma Dewleta Îranê , nuha tu planeke cidî, xurt , berbiçav û berfireh a Emerîkayê û dewletên din naxuyî.Lê nayê wê wateyê ku, dê van raperînan tesîrê li ser sîyaseta Emerîkayê û dewletên din nekin. Emerîka ji Rejîma Îranê aciz e û dixwaze darbeyeke mezintir lê bide. Heger hêzên Rojhilatê Kurdistanê xwe baş amade bikin û wê bawerîyê bidin ku dikarin welatê xwe îdare bikin, di encama van raperînan da, Rejîma Îranê dikare darbeyeke mezin bixwe, mecbûr bimîne di warê azadîyê û mafên mirovan da  hinek  guhertinan bike û dikare  van raperînan, ji bo Kurdan, ji bidestxistina hinek mafên neteweyî, demokratîk bigirin, heta otonomîyekê, heta heta sîstemeke federalî jî rê vekin.

Di sala 1991ê da gava ku Emerîkayê midaxaleyî Iraqê kir, ji ber ku li Iraqê opozîsyoneke ku bikaribe bawerîyê bide Emerîka da ku Iraqê îdare bike tunebû, operasyona Emerîkayê nîvçema. Lê ji ber ku Kurd organîzetir bûn, Emerîkayê û dewletên hevpeyman rê danê ku Kurd sê bajarên xwe rizgar bikin. Lê rizgar kirina sê bajarên Başûrê Kurdistanê bingeha rûxandina rejîma Seddam Huseyinî û li Iraqê bingeha ava kirina sîstemeke federalî ava kir.Ne îhtîmaleke pir dûre ku Emerîka, li Rojhilatê Kurdistanê jî, rê ji  herêmeke otonom an bidestxistina mafên neteweyî yên gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ra veke, da ku bingehê rûxandina Rejîma Îranê ava bike.

Berjewendî û sîyaseta Emerîkayê  û ya hinek dewletên din,  dê tesîreke tayînker li ser şêweyê van guhertinan bike.Lê berîya her tiştî divê Kurd bi xwe amade bin.Qelsîya herî mezin jî bêrêxistinbûyîn û neorganîzebûna gelên Belûcî, Azerî, Faris, Ereb û Tirkmenên ku  li Îranê ne.Ev rastîya ku em behs dikin, hêvîya  ku nuha guhertinên mezin li Îranê bibin hinekî lawaztir dike.

Îro di demeke ku gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li ser pîyanin; ji alîyekî ve piştgirî û alîkarîya hemû Kurdên li her perçeyekî Kurdistanê û li cîhanê wek wazîfeyeke neteweyî, niştimanî derdikeve pêş; ji alîyekî ve jî xebatên li dîasporayê dikare roleke gelekî girîng bilihîzin.

Kurdên li dîasporayê li gel gelên Îranê, bi xwepêşandan û çalakîyên cûr bi cûr, di nav aktîvîteyeke baş û berbiçav da ne. Ev hêzeke mezin dide raperîna li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.

Lê ji îro pê ve, belkî ya baştir ewe ku, ev çalakî û xebat rengekî nû bigirin û bigihêjin asteke bilindtir.

Berîya her tiştî, divê li dîasporayê, hemû dezgehên dîasporayê, dezgehên sivîl, partîyên sîyasî, kesayetên navdar, parlamenter û serok û endamên meclîsên şaredarîyan yên Kurd, li dîasporayê , Navendeke Piştigrîyê ya ji bo raperîna Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ava bikin.

Navenda Hevkarîyê ya KurdîLi Dîasporayê, divê hewlbide da ku bi hemû partîyên sîyasî, dezgehên sivîl, kesayetên navdar yên opozîsyona  vê Rejîma Îranê ra peywendîyên xurt daynin û mimkun be Navendeke Hevbeş a Piştgirîyê Li Dîasporayê , ku ji gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê pêkhatî ava bikin.

Navenda Hevkarîyê ya Kurdî Li Dîasporayê, divê bi Sosyalîst Enternasyonalê, bi yekitîyên  partîyên liberal û mihafazakar, bi Yekitîya Ewropa, Konseya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî, bi Komkara Welatên Erebî  û hemû dewlet û dezgehên navneteweyî ra , bi kesayetên navdar yên cîhanê ra hevdîtinên berfireh bikin, da ku piştgirîya raperîna Rojhilatê Kurdistanê û Îranê geştir û berfirehtir bikin.Divê ev germahîya raperînê sar nebe û dinya zêdetir li gel vê raperînê be.

Navenda Hevkarîyê ya Kurdî Li Dîasporayê, li gel rêxistin û dezgehên Belûcî, Faris, Azerî, Ereb, Tirkmenan dikarin bi stranbêjên navdar ên cîhanî ra peywendîyan daynin, da ku bikaribin konsertên bi beşdarîya milyonan kesan li welatên cuda cuda li dar bixin.

Navenda Hevkarîyê ya KurdîLi Dîasporayê, li gel rêxistin û dezgehên Belûcî, Faris, Azerî, Ereb, Tirkmenan dikarin, li hemû welatên dîasporayê, di dawîya hefteyeke tesbît kirî da, di hemû maçên fûtbolê û basketbolê da , di eynî rojê da,  çalakîyeke aştîyane û balkêş organîze bikin, da ku zêdetir piştgirîya gelên cîhanê wergirin.

Navenda Hevkarîyê ya KurdîLi Dîasporayê, li gel rêxistin û dezgehên Belûcî, Faris, Azerî, Ereb, Tirkmenan, divê hemû rêyên dîplomasîyê bikar bînin , da ku li   Netewên Yekbûyî, li Konseya Ewropayê û li Komkara Erebî bikaribin axaftinekê bikin û daxwaza piştgirîya dewlet û gelên cîhanê bikin.

Navenda Hevkarîyê ya Kurdî Li Dîasporayê, li gel rêxistin û dezgehên Belûcî, Faris, Azerî, Ereb, Tirkmenan, divê daxwaza hevdîtinekê bi Serokê Netewên Yekbûyî û bi Serokê Emerîkayê John Biden ra bikin.

Hêza lobî û dîplomasîyê, hêza dîasporayê,  îro ji her demê zêdetir derdikeve pêş.Navenda Hevkarîyê ya Partîyên Kurdistana Îranê û hemû partîyên Rojhilatê Kurdistanê, bi piştgirîya hemû kurdên li dîasporayê yên ji her çar perçeyên Kurdistanê, li gel rêxistin û dezgehên Belûcî, Faris, Azerî, Ereb, Tirkmenan vê hêza dîplomasîyê, lobîyê û dîasporayê çiqasî bikaribin rakin ser pîyan, dê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê ewqas zûtir û zêdetir mafên xwe yên neteweyî, demokratîk, mafên azadîyê, wekhevîyê, mafên mirovan bi dest bixin û dê ewqas zûtir rê li ber van zordestîyên Rejîma Îranê bêne girtin,  dê temenê vê Rejîma Dewleta Îranê hîna kurttir,  kintir be.

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê

Çavkanî : Kurdistan Media

https://kurdistanmedia.com/.../1/newsletter/agiri-433.pdf

 

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir