Li gorî lêkolîna girtîgehan a KONDAyê, ji sedî 39ê kesên ku tên girtin, kesên xizan in. Neheqî herî zêde li jinan û rojnamegeran dibe.
Rapora “Lêkolîna Nêrîna li Girtîgeh û li Girtiyan a Komeleya Mafên Mirovan” a Şîrketa Lêkolînê, KONDAyê amade kiriye, derketiye. KONDAyê ev rapor li ser daxwaza Komeleya Mafên Mirovan (IHD) amade kiriye û ji bo vê lêkolînê li 68 bajaran û 383 navçeyan bi 3 hezar û 285 kesan re hevdîtin kiriye.
Li gorî raporê “Ji sedî 57ê civakê diyar kiriye ku li Tirkiyeyê mirov ji ber fikr û ramanên xwe tên girtin. Li gorî ji sedî 20an jî tiştekî wiha nîne.”
Encamên ku di raporê de hatine diyarkirin ev in:
“Rêjeya girtina kurdan bilind e”
Ji sedî 81ê ku berê hatine desteserkirin, ji sedî 69ê hatine girtin, ji sedî 77ê bi şertê kontrola edlî serbest bûne mêr in, ji sedî 23 jin.
Ji sedî 58ê ku hatine desteserkirin tirk, ji sedî 35 jî kurd in. Ji sedî 7 ereb, zaza û ji etnîsiteyên din in.
Di raporê de ev rewş wiha hatiye şîrovekirin:
“Dema em li etnîsîteya kesên hatine girtin dinêrin, em dibînin ku ji sedî 47 jê tirk, ji sedî 39 jî kurd in.
“Li Tirkiyeyê serjimara kurdan ji sedî 17ê serjimara giştî ye. Dema em vê rêjeyê didin ber çav, em dibînin ku ji sedî 35ê kesên ku berê hatine desteserkirin û ji sedî 39ê ku hatine girtin, kurd in. Ev jî dide xuyakirin ku rêjeya girtina kurdan bilind e.”
Raporê diyar kiriye ku ji sedî 39ên ku hatine girtin, di koma civakî ya xizanan de ne, bi tenê ji sedî 6ê hatine girtin, di koma dewlemendan de ne.
Raporê destnîşan kiriye ku li gorî beşeke mezin a civakê, girtîgeh mirovan “rehabîlîte nakin”.
Baweriya kurdan kêmtir bi edaletê tê
Yek ji encamên lêkolînê jî derbarê baweriya li edaletê ye. Li gorî lêkolînê, kesên ku xizmên wan hatine girtin, li gorî yên xizmên wan nehatine girtin, kêmtir baweriya xwe bi edaletê tînin:
“Ji sedî 76ê xizmên wan hatine girtin, baweriyê bi edaletê naynin, ji sedî 68ê ku xizmên wan nehatine girtin jî baweriyê bi edaletê naynin.”
Ji sedî 85ê kurdan, gotiye ku baweriya wan bi sîstema edaletê ya Tirkiyeyê nayê. Ji sedî 64ê tirkan bi heman awayî baweriyê bi sîstema edaletê naynin.
“Neheqî li jinan dibe”
“Em dibînin ku di nava civakê de neheqî li gorî rêzê herî zêde li jin, rojnameger, mixalifên siyasî, kurd û elewiyan dibe.
“Ji sedî 42yê civakê gotiye ku li Tirkiyeyê neheqî herî zêde li jinan dibe.
“Piştî jinan bi sedî 35 rojnaemger, bi sedî 33 jî ‘mixalifên siyasî’ tên.”
Raporê diyar kiriye ku bi tenê ji sedî 9ê beşdaran gotiye, neheqî li suniyan dibe. (AS/FD)
*Ji bo tevahiya raporê, bitikîne
Werger / Bianet