Rapor “Ji ber qirkirina Êzidiyan divê Tirkiye bê dadgehkirin”

.

Komîteya Edaletê ya Êzidiyan (YJC) raporek amade kiriye û tê de diyar kiriye ku “Tirkiye di çalakiyên qirkirina Êzidiyan de hevkariya sûcan kiriye û divê ji ber wê li Dîwana Edaletê ya Navnetewî de bê dadgehkirin.”

Komîteya Edaletê ya Êzidiyan (YJC) raporek amade kiriye û tê de diyar kiriye ku "Tirkiye di çalakiyên qirkirina Êzidiyan de hevkariya sûcan kiriye û divê ji ber wê li Dîwana Edaletê ya Navnetewî de bê dadgehkirin."

Li gorî nûçeya rojnameya The Guardianê ya ingilîzî, parêzer Helena Kennedy ya ku piştgiriya lêpirsînê dike gotiye, “Sûriye û Iraq jî di wezîfeya astengkirina kuştina Êzidiyan de biser neketine.”

Rapora YJCyê hewl daye berpirsiyariya dewletan di mijara qirkirinê de nîşan bide.

Parêzeran bal kişandiye ser Peymana Qirkirinê û gotiye ku “li gorî hiqûqa navnetewî, devlet di mijara astengkirina qirkirinan de divê hesab bidin.” Serokê YJCyê jî diyar kiriye ku “Mekanîzmayên di cih de, dikarîbûn êzidî ji wî tiştî biparêze ku êdî bûye parçeyek ji raboriya wan e.”

“Tirkiyeyê dizanîbû an jî çavê xwe jê re girt”

Rojnameyê behsa binpêkirinên mafên êzidiyan kiriye û gotiye: “Gelek kes qebûl dikin ku êzidî, ew ên kêmneteweyeke olî ne, li Iraq û Sûriyeyê piştî sala 2013ê bi hewldaneke qirkirinê re rû bi bû mane.”

Komîteyê bi vê nêrînê helwest û çalakiyên 13 welatan bi qasî sê salan lêkolîn kirine û di encamê de rapora navborî amade kiriye. Di raporê de hatiye diyarkirin ku ji van sê welat, ji bo vê qirkirinê asteng bikin gavên guncan navêtine û di vî karî de biser neketine.

Komîteyê Tirkiye weke hevkarê qirkirina li ser êzidiyan penase kiriye û gotiye, Tirkiyeyê “ji bo şervanên DAIŞê yên ku piraniya wan welatiyên Tirkiyeyê bûn, bi rengekî azad ji sînorên wan derbas nebin bi ser neketiye.”

“Rayedarên tirkiyeyî, ji Nîsana 2014ê û pê ve çavê xwe ji firotin, şandin û kolekirina jin û zarokên êzidî re girtiye. Ji bo şervanên peywendiya wan bi DAIŞê re heye li dijî dijminên wan ên kurd ên li Sûriyeyê şer bikin, alîkariya perwerdeyê daye û vê jî hiştiye ku kesên qirkirinê dikin xurtir bibin.”

Tirkiyeyê bersiv daye

The Guardinê di nûçeya xwe de cih da ye bersivên Serkonsolosê Tirkiyeyê yê li Londonê, Umît Yalçinî.

Yalçinî gotiye ku rexne “bêbingeh û neheq in” û Tirkiyeyê “ji salên destpêkê yên şer û pevçûnên li sûriyeyê heta niha, ji bo sivîlên sûriyeyî yên li herêmê û êzidî jî tê de kêmnetewe ji êrîş û binpêkirinên rêxistinên teröre werin parastin, roleke esasî lîstiye.

“Tirkiyeyê ne tene deriyê xwe ji milyonan sûriyeyî û ezidiyan re vekiriye û ji bo wan bûye herêmeke ewle, her weha sê operasyonên dijterorê li sûriyeyê pêk aniye û bi vê re ji bo gelê herêmê ewlehî saz kir.” 

Kurdistan Haberleri

Li Dîlok û Manîsayê 21 kes hatin desterserkirin: Hince PKK ye
Hejmara rojnamegerên hatine deserkirin derket 9an, dema desteserkirina wan rojek hat dirêjkirin
Li Wanê termên 3 kesan li sînor hatin dîtin
Îlham Ehmed: Ti dijminatiya me bi Tirkiyeyê nîne
Peymana agirbestê ya Îsraîl û Libnanê dest pê kir