Di Rapora Azadiyên Olî ya Wezareta Karûbarên Navxweyî ya DYAyê de hatiye gotin ku li Tirkiyeyê xebatên perwerdeyê yên endamên komên olî tên astengkirin.
Rapora Azadiyên Olî ya Wezareta Karûbarên Navxweyî ya DYAyê hatiye weşandin. Rapor salê carekê tê weşandin û tê de behsa azadiyên olî yên li welatan dikin.
Di beşa Tirkiyeyê ya raporê de, rexne li pekanînên hikûmetê yên derbarê azadiyên olî de hatiye kirin.
Rapor behsa bûyer û pêşketinên sala 2021ê kiriye û diyar kiriye ku destûra bingehîn welêt weke dewleteke laîk bi nav dike, azadiya baweriya olî, xweîfadekirin û îbadetkirinê diparêze û cidakariye ji ber sedemên olî qedexe kiriye. Di raporê de her weha behsa wezîfeyên Serokatiya Karûbarên Olî hatiye kirin.
Raporê bal kişandiye ser girtina 9 endamên Komeleya Zanyarên Olî (DIAY-DER) û hatiye diyarkirin ku bi sedema têkildariya bi “terorê” re û bi tohmeta ku weaz bi kurdî dane hatine girtin.
Di raporê de hatiye gotin ku RTUKê di meha adarê de bi sedema “heqaret li nirxên olî yên civakê kirine” cezayê pereyan daye Halk TV û TELE1ê.
Raporê behsa Plana Çalakiyan a Mafên Mirovan kiriye ku hikûmetê di meha adarê de gotiye, wê di nava du salan de bicih bike û ji bo civakên olî hin reform tên pêşbînî kirin. Di raporê de hatiye gotin ku digel vê jî, plan hîna nebûye qanûn û piştî plan hatiye aşkerekirin, nûnerên komên olî diyar kiriye ku di têkiliya wan û hikûmetê de ti guhertin nebûye.
Perwerdeya komên olî asteng dikin
Di raporê de hatiye diyarkirin ku hikûmet mafên komên olî yên ji derveyî Peymana Lozanê mane, hîna jî asteng dike û hikûmet perwerdeyê didem mirovên oldar ên misilmanên sine lê nahêle endamên komên din en oldar perwerdeyê bidin endamên xwe.
Raporê bal kişandiye ser êrîşên li ser dêr, sînagor û îbadetxaneyên din û wan weke “çalakiyên vandalîzmê” yên şexsî penase kiriye.
Her weha behsa wî tiştî kiriye ku malên kurdên elewî tên nîşankirin û êrîşî gor û goristanan hatiye kirin.