Di rapora salane ya Wezareta Derve ya Amerîkayê ya derbarê azadiya olan de, hat gotin ku li navçeyên din ên Iraqê li ser endamên hin olan sînor hene.
Wezareta Derve ya Amerîka raporta xwe ya salane ya derbarê azadîyên olî li cîhanê belav kir.
Di raporê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêzê li olan digire û hemû gotinên ku dibe sedema tundûtûjiya olî qedexe dike.
Di raporê de ku li gorî raporên rêxistinên navneteweyî hatiye amadekirin, hat destnîşankirin ku li Iraqê li derveyî Herêma Kurdistanê li ser endamên hin olan sînor hene.
Di raporê de ev gotin cih girtin:
“Ji bilî Herêma Kurdistanê, civakên weke Êzîdî û Xirîstiyanan rastî tundiya rayedarên herêmê tên. Ji bilî Herêma Kurdistanê, pêkhateyên olî yên ne Misliman li navçeyên din ên Iraqê jî rastî gef, tundî, zordarî û destdirêjiyê tên.
Xwedîderketina ji ola Behayî li Iraqê qedexe ye û bi salan cezayê girtîgehê tê cezakirin. Lê li Herêma Kurdistanê ti sînordariyeke wiha tune û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî rêzê li Behayîyan digire.
Endamên hemû olan, cihû jî di nav de, li Herêma Kurdistanê parastî ne û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû gotinên ku dibe sedema tundûtûjiya olî, qedexe kirine.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êş û azarên Êzîdiyan parve kir û gelek caran daxwaza pêkanîna Peymana Şingalê kir.
Hebûna PKKê li deşta Nînowa û Şingalê û berdewamiya bombebarana Tirkiyê ji bo ser wan deveran, metirsî û astengî li pêşiya vegera penaberan ji bo navçeyên xwe çêkiriye.”