Di danişîna berê de da ku zelal bibe guleya ku Kurkut kuşt ji kîjan çekî derketiye raportek ji Buroya Krîmînal hatibû xwestin. Raport gihişte dadgehê.
Li gor raportê guleya ku Kurkut kuştî, ne guleyeke pekiyayî ye bes Polêsê bi navê Yakup Ş. ew rasterast hedef girtiye û ew kuştiye. Di raportê de hat tekezkirin ku Yakup Ş. kiryarê vê bûyerê ye. Ev raport gotara Yakup Ş. ku gotibû 'Min ber erdê ve gule berdanbû' derewand.
Lê digel vê raportê jî daxwaza girtina Yakup Ş. hat redkirin.
Herwiha di danişînê de derkete holê ku pişkinîna edlî jî ji ser polês Yakup Ş, ji aliyê dadgehê ve hatiye rakirin.
Danişîna bêyî bo 30ê Gulanê hat taloxkirin.