Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Pentagonê, raporta xwe ya di derheqê Tirkiyê de pêşkeşî Kongreyê kir.
Di raportê de hatiye eşkerekirin ku heke Tirkiye, pergala parastina asîmanî ya S-400an ku ji Rûsyayê dê bikire, rîsk ev e ku wê rûbirûyî rîska derxistina projeya nifşê nû yê F35an bibe.
Di raportê de tê gotin, ne tenê dervehiştina ji pergala F-35an, dê kirrîna keresteyên din ên wekî firokeya CH-47F Chinook, F16, firokeya UH 60 Black Hawk jî dê bi nerênî bandor lê bike.
Di xulaseya raportê de digel ku behsa girîngiya şirîkatiya digel Tirkiyê tê kirin jî tê gotin heke pêvajoya kirrîna S-400an berdewam bike tevlîbûna Tirkiyeya 8.emîn şirîka vê projeyê, ji aliyê rêvebiriya Amerîkayê ve wê cardin were nirxandin.