Raportek li dor Salvegera Ragihandina Qedexeya li Cizîrê

Di 14ê meha 12 ya sal 2015'an de qedexe, li Tirkîyê, li Cizîrê hate ragihandin û 79 roj şer û pevçûnên giran li wir dewam kir.

Haber Merkezi- Di sê jêrzeminên, birîndar hebûn û ji 100î zêdetir ciwan bi şewatê hatin kuştin. Di encama şer û pevçûnên li Cizîrê 160î zêdetir sivil hatin kuştin.

Doza Cizîrê ji alîyê parêzerên Kurd birin dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupayê lê di meha Nîsanê de serdana wan hat redkirin da ku pêşî prosa hiqûqî li Tirkîyê temam bikin.

Ramazan Demir yek ji parêzerê dozên Cizîrê ye û li ser rewşa dawî ya van dozan agahîyan dide.

Hûn dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin

Çavkanî: Dengê Amerîka

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!