Navenda Lêkolînan a Rawestê encama ‘Projeya Nexşerêya Ziman’ bi raya giştî re parve kir. Li gorî encamê: li çend bajarên girîng ên Bakurê Kurdistanê, rêjeya axaftina bi Zimanê Kurdî kêm dibe.
Di encama projeya ku bi hevkariya Rawest û saziya Almanî ya Fridrich Ebert Stiftungê re hatiye kirin de derket holê ku li Diyarbekir, Riha û Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, kesên ku dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê duyem; ji sedî 73,8 e û rêjeya kesên ku zimanê wan ê zikmakî ne Tirkî ye û dixwazin perwerdehiya bi zimanê zikmakî bê dayîn ji sedî 79,8 e.
Daneyên ‘Projeya Nexşerêya Ziman’ bi vî awayî ne:
(Li bajarên Bakurê Kurdistanê Amed, Mêrdîn, Riha û Wanê ji 5 hezar 96 kesan hatiye pirsîn.)
-Fêmkirina ji zimanê zikmakî zêde ye lê axaftin kêm e.
-Rêjeya zanîn û bikaranîna zimên a zilaman ji ya jinan zêdetir e.
-Rêjeya axavtina bi dayîk û baban re ji 4an kêm 3 ye.
-Asta perwerdehiya dibistanê çiqas bilind dibe, rêjeya zanîna zimên ewqas kêm dibe.
-Dengdêrên HDPê di rêjeya herî bilind a xwedîderketina li Zimanê Kurdî de cih digirin.
-Li gorî daneyên ku hatine belavkirin, rêjeya kesên ku dixwazin li şaredariyan xizmetguzariya bi Kurdî hebe ji % 80,8 e.
-Di çarçoveya Projeya Nexşeya Zimanan de li Amedê bi hezar û 346 kesan re hevdîtin hatiye kirin, ji % 90ê beşdaran gotine ew ku dikarin di astên cuda de bi Kurdî biaxivin û fêm bikin.