Ji ber rewşa siyasî ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her diçe jî saziyên sivîl zêdetir pêkutî û zextan li ser xwe hest dikin.
Saziya lêkolînan Rawest, rapora ku bi 42 saziyên sivîl û 379 endam û rêvebirên saziyên sivî re kiriye ji bo raya giştî ragihand. Rêvebirê Rawestê Reha Rûhevîoglû encamên ku di raporê de derketine pêş û rewşa saziyên sivîl yên li Bakurê Kurdistanê ji bo Kurdistan24 nirxand.
Rêvebirê Rawest'ê Reha Rûhevîoglû balê dikşîne ku rol û misyona saziyên sivîl gelek lewaz bûye û ji ber rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê û bakûrê Kurdistanê her diçe jî saziyên sivîl zêdetir pêkutî û zextan li ser xwe hêst dikin. Rûhevîoglû bal kişand ku Tirkiye serdestiya hiqûqê nas nake û bi zagonên ku hikeumet derdixe jî êdî hemû sazî di bin gefan de ne.
Rêvebirê Saziya Lêkolînê Rawestê Reha Rûhevîoglû ji K24ê re got: "Saziyên sivîl ji bo mafên raya giştî û civakî têkoşîn û berxwedanan didinan jî alîkariya raya giştî dikin. Dema saziyên sivîl lewaz dibin ew têkoşîn jî lewaz dibin. Niha sala 2015'an û virve ew saziyên sivîl ku beşdarî vê lêkolîne bûne gişt wiha dibêjin: Heta 2015'an ku di navbera 2013 û 2015'an de pêvajoya aştiyê hebû, ew serdema ku saziyên sivîl di rewşa herî baş de bûne. Ji wê rojê vir ve saziyên sivîl lewaz dibin û nikarin xwe bidomînin"
Rêvebirên saziyên sivîl balê dikşînin zagona dawî ku mafê danîna qayiman û girtina saziyên sivîl dida desthilatdarên hikumetê û tînin ziman ku bi têkbirina rola saziyên sivîl re demokrasi û dadwerî jî ber bi rewşeke metirs û xeter de diçe.
Serokê Jûra Hesavkaran yê Diyarbekirê Mustafa Vûral jî balê dikşîne ku li hemû welatên ku demokratîk bin û serdestiya hiqûqê diparêzin de, pira navbera civak û desthilatdariyan saziyên sivîl e. Lê li Tirkiyeyê rewş hatiye wê astê ku her saziya ku bi gotar û polîtîqayên desthilatdariyê tevnegere û neaxife, bi girtin û danîna qayiman re rûkal e.
Mustafa Vûral dibêje: "Saziyên sivîl ji bo civak bikare mafên xwe yên civakî biparêze, xwedî rola serekî ye. Lê li Tirkiyeyê saziyên sivîl hatine bê bandor kirin û ev jî nîşaneya ji holê rabûna demokrasi û hiqûqê ye jî. Em hêvîdarin ku ev zext û pêkutiyên li ser saziyên sivîl bên rakirin û derfetên aborî jî ji bo wan bên diyar kirin da ku ne di bin bandora partiyên siyasî de, wek hêzeke bibandor rol û misyona xwe li ser guhêrînên civakî bileyîzin."
Hem rêvebirên saziyên sivîl hem jî lêkolîner tînin ziman ku rewşa saziyên sivîl, hebûyîna pîvanên demokratîk û dadwerî ve girêdayî dikare bê baş kirin û daxwazî ew e ku di çaksaziyên hiqûqî ku bên kirin de pêkutî û gefên li ser saziyên sivîl bên rakirin.