Rayedarekî Îtalyayî: Damezirandina dewleta Kurdan dê li herêmê aramiyê zêdetir bike

.

Serokê Komîsyona Siyasî ya Yekîtiya Ewropayê ya Meclisa Nûneran a Îtalyayê Alessandro Cillo Vignia ragihand ku damezirandina dewleta Kurdan dê aramiya Rojhilata Navîn zêde bike.

Serokê Komîsyona Siyasî ya Yekîtiya Ewropayê ya Meclisa Nûneran a Îtalyayê Alessandro Cillo Vignia ji Rûdawê re rûdanên dawiyê yên li herêmê nirxandin.

Alessandro Cillo Vignia got, "Damezrandina dewleteke federal a Kurdan a ku ji aliyê Kurdan ve bê birêvebirin, dê ji bo vê herêma ku îro rastî nakokî û pirsgirêkên curbicur tê, bibe faktoreke aramiyê."

"Divê ji bo Kurdên Sûriyeyê jî dewleteke federal hebe"

Vigna di nirxandinên xwe yên derbarê statûya Rojavayê Kurdistanê got:

"Em wekî parlamenter û saziyên Îtalyayê hêvî dikin ku li Sûriyeyê jî mîna îro li Îraqê heye, desthilateke xurt a Kurdan a herêmî ku xwedî desthilatên yasadanan û rêvebiriyê ye, were avakirin.

Divê ji bo Kurdên Sûriyeyê jî dewleteke federal, rêvebiriyeke xweser û herêmeke xwedî desthilatên yasadanê hebe."

Rayedarê Îtalyayî li ser têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞê wiha got:

"Him Ewropa him jî Amerîka dizane ku gelê Kurd ê qehreman ji bo welatên Rojavayê li hemberî celladên DAIŞê şer kir.

Jin û mêrên di nav hêzên Kurdan de  li dijî celladên DAIŞê şer kir. Rojava nikare vê yekê ji bîr bike."

"Rêvebiriya ku Sûriyeyê bi rê ve dibe ji bo welatên Rojava hîn ne zelal e"

Vignia derbarê hikûmeta nû ya Sûriyeyê got ku saziya ku niha Sûriyeyê bi rê ve dibe ji bo Îtalya, Ewropa, Amerîka û cîhana Rojavayê hîn ne zelal e.

Di berdewamiya axaftina xwe de Alessandro Cillo Vignia got:

"Em çiqas dikarin bi vê rêveberiya nû re diyalogê deynin? Em çiqas dikarin bi vê hikûmeta nû re têkilî deynin? Hemû tişt hîn di destpêkê de ne û ne zelal in.

Ji perspektîfa welatên Rojavayê ve, pir girîng e ku Sûriye ber bi dewleteke federal ve biçe ku tê de herêmên cuda, miletên cuda û çandên cuda bên temsîlkirin.

Helbet em bi taybetî li ser herêma Kurdistanê (Rojava) difikirin ku îro di nav sînorên Sûriyeya nû de ye."

Kurdistan Haberleri

Ebdulhekîm Beşar: Divê em li Şamê daxwaza mafên gelê Kurd bikin, ne biratiya gelan
Tirkiyeyê gundek bombebaran kir: 3 kesan canê xwe ji dest da
Weqfa Îsmaîl Beşîkçî 13 saliya xwe pîroz kir
Mesrûr Barzanî: Helwesta Bexdayê ya li hemberî Herêma Kurdistanê nayê qebûlkirin
Saziya lêborîna Navnetewî, sepandina sizaya bidarvekirinê bi ser Pexşan Ezîzî, bi tundî şermezar kir