Rêber Ehmed: Mijara Kempa Holê tenê bi Îraqê ve girêdayî nîne

.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê dibêjeku, Kempa Holê mijareke hestyar û giring e û tenê bi Îraqê re girêdayî nîne, belkî girêdayî hemî cîhanê ye.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro (Sêşem, 08.04.2025) ji peyamnêrê K24ê re got, “Hejmareke zêde ya endam û kesûkarên endamên koma terorsitî ya DAIŞê li Kempa Holê mane.”

Rêber Ehmed amaje jî da, “Piroseya vegerandina kesûkarên endamên DAIŞê ji Kempa Holê bo welatên wan pêdivîtî bi lêkolîneke hûr heye.” Eşkere jî kir, “Hejmareke dezgehên ewlehiyê niha mijûlî wê mijarê ye.”

Navbirî ron jî kir, “Kempa Holê mijareke hestyar û giring e û tenê bi Îraqê re girêdayî nîne.” Tekez jî kir, “Divê mijara Kempa Holê bi tevlîbûna hemiyan bê bidawîanîn.”

Kurdistan Haberleri

15 hezar mamoste tên tayînkirin: Ji Kurdî re 6 kontenjan hatine veqetandin!
Amerîkayê bangî welatiyên xwe kir: Sûriyeyê biterikînin
BCFê alîkariya pere da 125 xwendekarên Efrînê
49 leşkerên Kurd çûn başûrê Kerkûkê
Qubad Talebanî û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê civiyan