Rêber Ehmed: Wê qeymeqamekî nû bo Şingalê bê tayînkirin

.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di civîna rojnamevanî ya ligel Şêwirmendê Asayîşa Niştîmaniya Iraqê Qasim Eracî de got, ew ligel Iraqê rêkeftine ku qeymeqamekî nû were tayînkirin

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî û Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert piştî civîna hevbeş li ser rêkeftina Şingalê, li Hewlêrê derketin pêş medyayê.

Rêber Ehmed ragihand: “Di civînê de biryar hat dayîn qonaxên rêkeftina Şingalê werin cîbicîkirin. Herwiha li gor qonaxê wê rewşa Şingalê were asayîkirin û rêkeftin were cîbicîkirin.”

Ehmed a zanîn ku ew ligel hikûmeta Iraqê rêkeftine ku qeymeqamekî nû bo Şingalê were tayînkirin.

Rêber Ehmed da zanîn, divê îdareya Şingalê di destê xelkê Şingalê de be û xelkê resen ê Şingalê vegerin Şingalê û Neteweyên Yekgirtî jî wê çavdêriya rêkeftina Şingalê bike.

Qasim Erecî di civînê de, spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir bo hevkariya hikûmeta Iraqê ji encamdana rêkeftinê.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne