Rûpela Nû/Kopenhagin
Rûpela Nû ji Kopenhaginê radihîne:
"Doh, di vê serma û seqema Îskandînavya de, em birayekî daniştvanên kurdîhez me hebanên xwe girt û em ligel rêzdar nivîskar Receb Dildar derketin leqata wêje û romanên kurdî.
Receb Dildar wek dewrêşê hezkerê wêje û û romana kurdî, me bir Yêrîvanê, me li Yêrîvanê leqata xwe kir.
Ji Yêrîvanê em derbasî Stockholmê bûn û me li wê jî hinekî berheman avêtin hebanên xwe. Ji Stokholmê em derbazê Stenbol û Îzmîr bûn.
Ji wan deran jî, tiştên ku hebûn me li barên xwe zêdekir û em hatin welatê xwe.
Li welat em çûn Qamîşlo, Efrîn û Kobanê. Ji wan deran em derbasî Bakûrê welat bûn. Li Bakûr me çi dît li hebanên xwe zêde kir.
Lê, Başûr û Rojhilatê welat wek birînekî kulê ku li benda dermanê ne, man di dilê me de…
Her dû komelên Însîyatîfa Kurd li Danîmarka û Komela Alternatîfa Kurd li Danîmarka gelek sipasî li nivîskarê xwe rêzdar Receb Dildar kirin ku ji welat heta vir hatibû û wan û mêvanên wana derxist leqata wêjeya kurdî. Her wiha sipasî li kurdîhezên daniştvanên li Kopenhaginê kirin ku di gera leqata wêjeya kurdî de wana bi tenê nehiştin.
Hebanên me nêvî man…"