Di 25ê Îlona 2017ê de li başûrê Kurdistanê referandûma serxwebûna Kurdistanê li dar ket. Li gorî Komisyona bilind a hilbijartin û raprisiyê li Kurdistanê; Rêjeya beşdarbûnê %72 li gorî encama ne resmî 'Erê' %92 derketîye.
Komisyona bilind a hilbijartin û raprisiyê li Kurdistanê di kongirekî rojnamevanî de hûrkariyên hejmara dengderan û encamên destpêkî da xuyakirin.
Têksta daxuyaniya Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê:
Yekem: 3 melyon û 985 hezar û 120 kes mafê wan yê dengdanê heye li sînorê Herêma Kurdistan û navçeyên li jêr desthelata hêzên Pêşmerge li navçeyên derveyî îdara Herêma Kurdistan.
Diwem: Hejmareke mezin ji Kurdistaniyên derveyî îdara Herêma Kurdistan dengên wan nehatibûn tomarkirin, li kampan û li nav bajarên Herêmê niştecî bûn û îro beşdarî dengdanê bûn û hejmara wan bi vî corî bû: 497 hezar û 190 dengder bûn.
Sêyem: Dengderên li derveyî welat tomareke fermî li ber dest nebû û hejmara wan 98 hezar û 945 dengder bûn.
Çarem: Li gorî ew datayên serê 4 melyon û 581 hezar û 255 kes mafê wan yê dengdanê hebû.
Pêncem: Hejmara beşdarên piroseyê 3 melyon û 305 hezar û 925 kes bû û rêjeya wan %72.16 bû.
Komisyonê zelal kir, ku ewê hemû bizavên xwe bikin daku di demeke kêmtir ji 72 demjimêran de encamên fermî rabigehînin.
Li gorî çavderan % 92 di referandûma serxwebûnê de dengê erê bikaranîne.