Pênç roj, ji wê roja pîroz re ma.
Di 25ê ilonê de ewê birayên me yên başûrî jibo Serxwebûna Kurdistanê biçin ser sandoqan.
Heyecan, çoş di asteka bilid de ye.
Diyar e, emê di nav ev çend rojên mayî de rastî gelek gef, „tatbiqat“ û tehditan bibin.
Dibê mirov teqdir bike partiyên biryara Referandumê girtine kesî guhdarî nakin, dimeşin.
Her ku em nêzî hedefên xwe dibin rewşê dijwartir bibe...
Tiştê ku mirov xemgîn dike di nav vê dijwariyê de teoriyên ku tên afirandin e
Bi navê "demokrasiya navxweyi" û "manevrayê" daxwaziya taloqkirina referandumê tê kirin.. pêşniyara talok kirinê tê wateya li bende biharek din bin.
Bihar bi xwe nayê
Îrada siyasî ya başûrê Kurdistanê gav bi gav berbi dewlet bûyinê dimeş e.
Wer xwanê dike ku ewê bi xwe biharê binin.
Ji axeftinên mitingên ku li Zaxo, Duhok û ali Soran tên lidar xistin diyar dibe ku kurd
bi neheqîya tarixê re ketine nav muhesebak…Muhesebak ku di nav xwe de hesap pirsinê û serîhildanê ji dihewine.
.
Cihê şaneziyê ye ku aktorên siyasetê (partiyên biryara Referanduma Serxwebûna Kurdistanê girtine) vê pêvajoyê baş dimeşinin.
Guh nadin gef û gotinên xêrnexwazan.
Fêrî siyaseta navneteweyî jî bune.
Helwest û siyaseta wan ji siyasetmedarên zêdeyî 100 sal in xwedî dewlet în hîn maqultir avakar û giran e.
Her ciqas di nav partiyên kurdan de yekîtî û helwestek mili tûnebe ji di serî de Serokê Herema Kurdîstanê rêzdar Mesut Barzanî û partîyên biryara Referanduma Serxwebûna Kurdistanê girtine bi imtihanek pir baş vê pêvajoyê dimeşinin.
Di serkeftin û têk çûyinê de ewê tarîx her tîştî vekiri binivsine. Kesayet û partiyên ku bi refleksa kurd û Kurdistanê tev geriyane ewê bi rumet werin nivisandin.
Ji roja ku biryara Referanduma Serxwebûna Kurdistanê hatiye stendin heta niha tiştek pir vekiri derket hole.
Hun xwedi siyasetek milî bin, hun xwedî siyasetek avakar bin gelê pîştgiriya xwe nişanî we bidin.
Dî vê pêvajoya gring de başûrî, bakûrî, rojavayî û rojhilatî Kurdistaniyên ku li seranserê cîhanê dijîn bi “sefeberiyek” neteweyî piştgîrî didin biryara Referanduma Serxwebûna Kurdistanê.
Bê guman di vê pêvajoyê de çavderiyên herkesi heye…
Herkes fikrên xwe dinivsine an ewê binivsine. Wexta min dest bi nivisê kir nêta min hebû ku ez miqayesa mitingên hatiye li dar xistin bikim...Bi xwe min ji Festiwal, civin û xwepêşandanên li Köln û Hambûrgê û yên ku li bajarên din yê Almanyayê pêk hatine du encam derxist in:
Helwestên avakar, propaxandayên rasterast mafê dewlet bûyinê diparêze "wesayeta" demokrasiya dewletên dagirker û "biratiya gelan" şikand.
Gelek aligirên PKKê beşdarî van mitingan bûn. Serokatî ne têde kurdên her çar perçeyên Kurdistanê bi hesretiya dewletek serbixwe dijin.
PKK û hin partiyên ku li dijî Serxwebûna Kurdistanê derdikevîn li hemberî refleksa neteweyî û dewlet xwaziyê şikest xwarin... Bi qasî HDPê "mafê çarenûsa netewan" neparastin û piştgiriya referandumê nekirin.
Di herdu Festiwalan bala min tiştek kişand... Beşdarên herdû Festiwalan ji demokrasiya dewletên ku Kurdistanê işxal kirine bêtir, behsa demokrasiya navxweyî û jiyana bi ol,netew û pêkhateyên ku li Kurdistanê dijîn dikirin.
Ev nûjentî ye.
Ev fikir,ev felsefa ewê ewren reştari yên ku li ser Rojhilata Navîn digere biguherî ne. Bi hebûna dewletek serbixwe û şiklê jiyanê, piştî 15-20 salan Kurdistan ewê ji 22 dewletê araban re pêşengtiya demokrasiyê bike.19.09.2017 Sirac Kirici