Li dijî Partîya Demokratîk‘a Gelan (HDP) e, reftar û helwesta serokwezîr û serokkomarê Tirk,
bi gotinek herê sivik bêrêzî û cûdekerî ye.
Serokwezîrê Tirk jî wekî serokkomar serdana Partîya Gel’a Komarî (CHP) û Partîya Bizava Neteweperest (MHP) kir, lê serdanîya HDP nekir.
Di serdanîyên xwe da, ji herdu partîyan bona sepan, kirar û biryarnameyên hikûmetê destek xwestin, wekî HDP ne di parlementê da be.
Medya jî cî nade nüçe û çalakîyên vê partîyê, weha dixuye, ku biryarek navendî heye, ji cîhekî bilind!
Bêşik, pêdivîya hikûmetê bi piştgirîya HDPê tine ye di dengdanên parlementê da, ji ber ku dengên AKPê û yên din di her dengdanê da bes dikin, ku zagon, biryar, Biryarnameyên di Hikmê Zagonê da (KHK) di parlementê da bên pesend kirin.
Lê, di rewşa îro da eger mebest aştîyek civakî be, kelecanîya (moral) civakê be, peywendiyên germ û biratî be, hevûdin hembêzkirin be, HDPê kêmtir bi qasî yên din, heta di mijara aştîya civakî da ji yên din bêhtir girîng e.
Serokwezîr û serokkomar jî vê rastiyê baş dizanin, heta ku Kurd bidilê xwe beşdarê nebin, li Tirkîyê lihevkirin û ahengek civakî nabe, aştî û demokrasi cîbicî nabin.
Herweha, li Tirkîyê derbeyên eskerî jî tiva nabin, ev gotina min bila di guhê rayadarên Tirk da garik be.
Bi bêrêzî û cûdekerîyê aştîya civakî nabe, lihevkirin nabe, berevacî di civakê da qetbûn mezintir û xetertir dibe.
Reftar û helwesta herduyan bêrêzî ye, ji ber ku nêzikî şeş milyon kesan deng dane vê partiyê, di encama hilbijartinê da HDP nûnerê şeş milyon kesan ne di parlementa Tirkîyê da kursî bi destxweva anî, mafê serokkomar û serokwezîr tine ye, ku vê bêrêziyê li hemberî dengdêrên vê partiyê bike.
Cûdekerî ye, ji ber ku herdu rayadarên herî bilind serdanîya partiyên rikber kirin, lê serdanîya HDP nekirin, ev yekser cûdekerî ye, herweha li dijî zagon, kevneşopîya siyasî, peywendiyên mirovî û çanda siyasî ye.
Em dizanin, di parelementa Tirkiyê da çar partî tên temsil kirin, AKP, CHP, HDP û MHP ne,
AKP desthelat e, hersêyên din partiyên rikber in.
Di sîstema siyasîya Tirkîyê da, di nav partiyên rikber da, partîya ku di parlementê da herê zede kursîyên wê hebe ew, di zagonên Tirkîyê da dibe partîya makerikber.
Dîsa, di sîstema siyasîya Tirkîyê da derfetên partîya makerikber ji yên din bêhtir in û ev rewşek zagonî ye, herweha di protokole da jî ji partiyên mayî pêşdatir e.
Eger hilbijartina 7î pûşberê nehata hilweşandin û AKPê û CHPê hikûmetek hevpeyman damezrandina HDP dibû partîya makerikber, ji ber ku di parlementê da partîya sêyem e.
Ango, ev bêrêzî û cûdekerî li dijî partiyek weha hat kirin, ew jî, rewşa sîstema siyasîya Tirkîyê û nejidilbûna rêveberên wî welatî bi çanda demokrasîyê va bi me dide zanîn.
Her çiqas HDP xwe partiyekî tirkîyeyî dide nasîn, bi bawerîya min jî weha ye, ligel rayagiştîya Kurd, Tirk û navneteweyî nasnameya Kurdî derdikeve pêş û di peywendiyên dîplomatîk da HDPê bi nasnameya Kurdî têt pêşwazî kirin.
Herweha, derawaya (rewş, konum) HDPê di pirsa Kurd û Kurdistanê li Tirkîyê da û struktura dengdêrên vê partiye jî di pêkhatina nasnameya wê da cîyekî girîng digrin.
Bi kurtî, sedema bêrêzî û cûdekerîya serokwezîr û serokkomar ji ber nasnameya HDPê ye, mebesta wana biçûkxistin û bêrûmet kirina wê ye.
Ka serokwezîr û serokkomar temsilîya hemû hemwelatiyên Tirkîyê dikirin, ti cûdatî nedikirin navbera hemwelatîyan?
Serokwezîr û serokkomarê Tirk dibêjin çi bila bejin, xwe dispêrin kîjan sedeme bila bispêrin, reftar û helwesta wana li dijî HDPê li hemberî dengdêrên HDPê ye ku jê 90% Kurd in, ev dilnexwazî, bêrêzî, cûdekerî û kîndariyek e, weha hat fam kirin, bila ew jî weha fam bikin.
02.08.2016/Dusseldorf