Dîtina wêneyê Mela Bextiyar li nexweşxaneyê piştî yekalîbûna jehrîkirina wî, kelecan û xemeke kûr di nava min de çêkir, li ser Mela Bextiyar ku rêhevalekê temenê min e.
Herwisa hesteke danberhevê ya sosret jî li bal min peyda kir. Wexta ku min wêneyê wî dît, çawa westiyayî û jiderbketî ji destê mexdûriya jehrîkirinê gêr bûbû, tavilê liv, serkêşî û germiya Mela Bextiyar di çaxê xortaniyê de hat bîra min.
Wî ciwanê ku hergav li kolanên zirav û berteng ên Xaneqînê, fantaziyeke berfireh û bêsînor a kurdîtiyê dineqişand. Mela Bextiyarê ku zor û stemkariya rejîma dagirkar a Iraqê ew neditirsand û nedihajend. Lê xebînet niha jehr û xencera xayîntiyê ew westandiye û wek derdemendekî li nexweşxaneyê veketiye.
Ji min re çaverêkirî bû ku gulleyên dijminan û planên neyarên gelê Kurd û YNKê Mela Bextiyar bihingêvin. Lê jehrîkirina wî dax û meraqeke din e ku ji min re wek şokekê ye û ji encamderên xwe re jî deqeke reş a nepakiyê ye ku qet nikare spî bibe.
Min sala 1963an li dibistana (Nehze) ya seretayî li Xaneqînê cara ewil Mela Bextiyar nas kir. Her ji serî ve, me bi hev re bargiraniya jiyaneke dijwar a Xaneqînê parve kir. Em di gelek tiştan de dişibiyan hev. Dayika wî zû mir û sêwî ma. Bavê min jî zû mir û ez jî sêwî mam. Hêj di zaroktiyê de, em her du ketin nav lepê zordariya bêrehm a jiyanê û derd, kovan û dijwariyên dem û dewranê.
Her çiqas berevajî şîrîniya xurmeyên Xaneqînê, zaroktiya me tal û dijwar bû, lê wê talî û zehmetiyê nikaribû kêferat û serkêşiya me ya zaroktiyê zeft bike û em hergav bi omêd û hêviyeke mezin li ser pêpeloka derdeseriyên jiyanê hildikişiyan.
Deh salan piştî hevnasîna me ya yekemîn, ango di sala 1973an de çîroka hevnasîna me derbasî qonaxeke din bû. Ez bi rêya Mela Bextiyar tev li nav refên Komeleyê bûm. Êdî ji wir ve em di hemî hevraz û sernişîvên siyaset û kurdîtiyê de meşiyan û di gelek rawestgehên cuda de jî em her bi hev re man.
Ez bi wijdan dibêjim Mela Bextiyar ji min re hergav birayekî nazdar, sîngfireh û efûkar bû. Hergav serkêşî, helwest û derbirînên min ên cihêreng bi zêdeyî jî tehemul dikir.
Axir, bi rastî jehrîkirina têkoşerekî mîna Mela Bextiyar ji bo çi ye?
Ez dipirsim, gelo gunehê wî merivî çi bû ku wiha hate serê wî? Ma ji xeynî guneha siyasetkirin, kurdîtî û pêşmergatiyê çi guneheke din kiriye?
Axir wî hemî emrê xwe di xebat û têkoşîna li ser rêbaza Şehab, Aram û Mam Celal de derbas kir. Wek darberûyeke cihgirtî ya çiyayên Kurdistanê berevanî li miletê xwe û li Yekîtiya (YNK) xwe kir. Lê xebînet vêga, li şûna xelatê, bi jehrê û bi xencera nemana wefadarî û dilsoziyê, hewldana kuştin û jinavbirina wî tê kirin!
Wêneya Mela Bextiyar li nexweşxaneyeke Almanya ku cara yekem di Rûdawê de hat weşandin
Tişta ku niha ji min re cihê dax û xebînetê ye, ew e ku ez li vê rawestgehê nikarim rasterast tiştekî ji bira û rêhevalê xwe Mela Bextityar re bikim. Ez nikarim wek rojên ciwanî û temenê şoreş û pêşmergatiyê, jan û azaran bi wî re parve bikim. Lê ez piştrast im ew dizane ku ez çawa ji dil hêviya başbûna zû û saxlemiya ji berê çêtir jê re diwazim.
Lewma ez jê re dibêjim: Rêhevalê min, tu yê bi vê jehrê jî her serbilind bimînî. Destê nemerdan nagihe çiyayê bilind ê rûmeta te. Ew xêvik in, lê tu wêrek î. Tu camêr î, lê ew li pêşber xelk, Xwedê û dîrokê nepak û rûreş in.
Rêhevalê min, sond bi Çemê Elwenê jana te di dilê min de eynî jan e. Rêhevalê min, li min bibore ku min ji ber rewşa xwe ya tendirustî nikaribû serdana te bikira, da me li ser textê nexweşxaneyê wêneyeke bîranînê bi hev re bigirta û min ji te re bigota tu qet ne bi tenê yî. Ez ne helbestvan im jî, heke na niha dem hatibû ku ez bi helbestekê hinavê xwe yê bişewat li ser te der bibirim, ey bira û rêhevalê emrê min...