Reîsî bo Beşar Esed: Îran li dijî her destwerdaneke derve li Sûriyê ye

.

 Serokkomarê Îranê Îbrahîm Raîsî roja Yekşemê ji hevtayê xwe yê Sûrî Beşar Esed re got, Îran her destwerdaneke derve di Sûriyê de red dike û tekez kir ku Tehran li ser piştgiriya xwe ya ji bo “mîhwera berxwedanê” û bi taybet jî li Sûriyê berdewam e.

Li gor medyaya fermî ya hikûmeta Sûriyê, Serokê Sûriyê Beşar Esad û Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî roja Yekşembê 10ê Tîrmeha 2022an bi helkefta Cejna Qurbanê peywendiyeke telefonî pêk anîne.

Heman çavkaniyê ragihand, her du serokan li ser hevkariyên dualî û şopandina cîbicîkirina rêkeftinên ku di navbera her du welatan de hatine îmzekirin, gotûbêj kirin.

Medyaya fermî ya Îranê jî ragihandiye, di wê peywendiyê de Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî hevtayê xwe yê Sûrî piştrast kir ku Tehran dê li ser piştevaniya Şamê berdewam be.

Reîsî ji Esed re ragihandiye, “Îran piştevanê aştî û aramiyê ye û li dijî her destwerdana derve li Sûriyê ye.”

Serokkomarê Îranê herwiha amaje bi serdana Beşar Esed a bo Tehranê kir û ew serdanek wek serdaneke serkeftî bi nav kir û got, “Di vê serdanê de lihevkirinên baş çê bûn ku divê bi awayekî ciddî cîbicîkirina wan lihevkirinan bê şopandin.”

Serokê Sûriyê di meha Gulanê de serdana Tehran a paytexta Îranê kiribû û bi Rêberê Bilind ê wî welatî Ayetullah Elî Xaminêyî û Serokkomar Reîsî re hevdîtin kiribû.

Ew daxuyaniya Serokkomarê Îranê di demekê de ye, ku Tirkiye di wan demên dawî de gefan dixwe ku dê li dijî hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê operasyoneke nû li bakurê Sûriyê dest pê bike.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di dawiya Gulanê de got ku Enqere dê di demek nêzîk de dest bi operasyoneke leşkerî ya nû li bakurê Sûriyê bike, bi armanca avakirina “herêmeke ewle” bi kûrahiya 30 kîlometran di nav axa Sûriyê de.

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn