Rejîma Îranê 4 binçavkirî li girtîgeha nevendî ya rejîmê li bajarê Kerecê, bidar vekirin

.

Li girtîgeha nevendî ya rejîma Îranê li bajarê Kerecê, 4 binçavkirî bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber, li roja Sêşemî 14ê Sermawezê, ji aliyê rejîmê ve hatine bidarvekirin.


Rejîma Îranê li pêvajoya bidarvekirina lezgîn a binçavkiriyan, roja Sêşemî 14ê Sermawezê, 4 binçavkiriyên bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber, ên bi navên “Sasan Melikî, Mehdî Muradî yê xelkê bajarê Erakê, Menûçêhr Berzêgerê Gizêrûd ê xelkê bajarê Dilfanê û Mucteba Amîrî yê xelkê bajarê Hêrsîn”ê li sibêdeha roja Sêşemî 14ê Sermawezê, li girtîgeha navendî ya rejîmê li bajarê Kerecê de bidar vekirin.


Pêka rapora Navenda Mafê Mirovê ya Îranê, ew 4 binçavkirî, roja Dûşemî 13ê Sermawezê bo odeya take kesî ya vê girtîgehê, hatibûne veguhasdin.


Hewla rejîma Îranê bo lezgîntirkirina bidarvekirinan heta bidarvekirina zarokan, bi awayekî bo sepandina desthilata xwe û ji aliyê din, bo tirsandina xelkê Îranê ye ku li şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê de binyata rizî ya rejîmê, hejandin.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Ewropa defterên kevn vedike û hesabên xwe li Kurdistanê nû dike - Ziryan Rojhilatî
Gelo îhtimal heye ku Tirkiye S-400an bibe Sûriyeyê?
Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê dê her hêlîna bihevrejiyanê be
Suhbeta romannivîs Mîran Ebraham
Ano Cewher: Serok Barzanî bi yek çavî li tevaya pêkhateyan dinêre û parêzerê tevan e