Rejîma Îranê cezayê girtîgehê li pênc çalakvanên sivîl ên Kurd birî

.

Pênc çalakvanên sivîl ên Kurd, ji aliyê Dadgeha Lêkolînê ya Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ve bi pênc mehên girtîgehê hatin cezakirin.

Li gorî Kolbernewsê ragihandiye, pênc çalakvanên Kurd ên bi navê, Ferdîn Rehmî, Elî Weysî, Mehdî Seyfî, Sîrwan Ebdulahî û Merziye Murad Weysî ku endamên kampanya ‘Jiyana Kurdistan’ in û xelkê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ne, di 29ê Nîsana 2022yan de ji aliyê hêzên Îranê ve hatibûn desteserkirin û piştî çend rojan bi demkî hatibûn berdan.

Hat eşkerekirin ku 29ê Gulanê her pênc çalakvan ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Sine ve bi tohmeta ku ‘propaganda li dijî rejima Îranê kirine, alîkariya partiyek muxalefetê kirine û komek ne yasayî ava kirine’ du sal cezayê girtîgehê li wan hatibû birîn.

Herwiha piştî vê biryarê her pênc çalakvanan îtiraz kirin û li ser vê îtirazê Dadgeha Lêkolînê ya Sine li her pênc çalakvanan 5 meh cezayê girtîgehê birî.

Kurdistan Haberleri

Piştî Kurdan Ereb jî konferansa xwe li dar dixin
Li Îranê teqîneke din çêbû: Mirî û birîndar hene
Li asmanan li pey xeyalên xwe difire: 'Ez bi jinbûn û Kurdbûna xwe serbilind im'
Jan Îlhan Kizilhan: Jenosîd bi rêya nexweşiyên derûnî derbasî nifşên nû jî dibe
Li girtîgeha Îsfehan a Îranê 6 girtî hatin bidarvekirin