Rejîma Îranê ciwanekî Kurd bi dar ve kir

.

Hat ragihandin ku Şahîn Mehdewî yê ku du roj berî niha xistibûn hicreya yekkesî, ji aliyê rejîma Îranê li girtîgeha navendî ya bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê hat bidarvekirin. 

Saziya Mafê Mirov a Hengawê ragihand ku duh şeveqê roja Pêncşemiyê 20ê Sibata 2025an, cezayê bidarvekirina Şahîn Mehdewî (29) li girtîgeha navendî ya Mehabadê pêk hatiye.

Hate diyarkirin ku nûçeya bidarvekirina vî xortê Kurd di medyaya rejîmê de nehatiye belavkirin. 

Her weha nehat zanîn bê ka ev xortê Kurd bi çi tohmetê hatiye bidarvekirin.

Kurdistan Haberleri

15 hezar mamoste tên tayînkirin: Ji Kurdî re 6 kontenjan hatine veqetandin!
Amerîkayê bangî welatiyên xwe kir: Sûriyeyê biterikînin
BCFê alîkariya pere da 125 xwendekarên Efrînê
49 leşkerên Kurd çûn başûrê Kerkûkê
Qubad Talebanî û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê civiyan