Rejîma Îranê di meha çileyê de 87 kes bi dar ve kirin: 17 jê kurd in

.

Rejîma Îranê di meha çileya 2025an de, li girtîgehên cuda  87 kes bi dar ve kirine ku ev  amar li gorî meha kanûna 2024an %17.5 zêde bûye. Ji van kesan nasnameya 82 kesan eşkere bûye, lêkolîn tên kirin bê ka 5 kesên din kî ne. Ji van girtiyên ku hatine bidarvekirin: 17 kurd, 10 lor, 4 belûc û 8 efxan in. Bi tenê bidarvekirina 3 kesan di medyaya rejîmê de eşkere bûye û 6 kes jî bi dizî hatine bidarvekirin. Ji sedî 57.5 ji darvekirinan ji ber “kuştina bi qest” e.

Saziya Mafê Mirov a Hengawê bi belge û raporên li ber destên xwe amarên bidarvkirinên di meha çileya 2025an de weşand.

Li gorî amarên Hengawê; bidarvekirinên ku rejîma Îranê li girtîgehan pêk aniye, bi piranî ji ber sûcê “kuştina bi qest” in.

Amarên Hengawê balê dikêşin ser xwe ku di meha çileya 2025an de herî zêde kurd hatine bidarvekirin. Ji amara van girtiyên hatine bidarvekirin: 17 kurd, 10 lor, 4 belûc û 8 efxan in.

Piştî “kuştina bi qest” ku 50 kes ji ber hatine bidarvekirin, hinceta duyemîn a rejîma Îranê ya bidarvekirinê, sûcê “narkotîkê” ye ku 35 kes ji ber hatine bidarvekirin.

Hengaw li gorî rêjeya parêzgehan jî radigihîne ku herî pir girtî li parêzgehên Elbûrz û Farsê û herî hindik jî li girtîgehên Kirmanşan, Hurmuzgan, Xorasana Rezewî û  Îsfehanê pêk hatine.

Kurdistan Haberleri

Heyeteke PWKyê Li Brukselê Seredana Nûneratîya Ewropayê ya Rêvebirîya Xweser Kir
Efrîn - Erebên hawirde vedigerin, komelgeh vala dibin
Behadîn Şerm: Li dawiyê Sûriye perçe nabe û di bin yek birêvebiriyê de dimîne
Wergera berhemên helbestvanê ji Efrînê Husên Hebeş bi 35 zimanan hatiye kirin
Festîvala Online ya Fîlmên Kurdî ya Zagrosê dest pê kir