Rejîma Îranê di mehekê de 9 kolber kuştin

Rejîma Îranê di mehekê de 9 kolber kuştin. Herî dawî duh rejîmê 2 kolberên din li ser sînor kuştin.

Rejîma Îranê li ser sînor kuştina kolberan berdewam dike. Hêzên Rejîma Îranê duh li ser sînor 2 kolberên din kuşt. Rejîma Îranê duh li Gundê Nemincê yê Pîranşarê kolberê bi navê Îbrahîm Ebubekir û li Herêma Çaldiran a Urmîyeyê jî kolberê bi navê Zîyad Hatemî kuştin. Rejîma Îranê di meha Hezîranê de  7 kolber kuştibûn. Di meha dawî de heta niha 9 kolber kuştin. Li gorî Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê di Hezîranê de 7 kolber hatin kuştin û 23 kolber jî birîndar bûn. Duh jî 2 kolberên din hatin kuştin û di mehekê de 9 kolber hatin kuştin. 

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e