Rejîma Îranê li girtîgeha Kirmanşanê 4 kurd bi dar ve kirin

.

Cezayê bidarvekirina girtiyekî kurd ê bi navê Ferman Efrîstem ê xelkê Kirmaşanê ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest", dihat darizandin, 7ê Çileyê, li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê pêk hat. 

Li gorî raporeke ku gihaye ber destên Saziya Mafê Mirov a Hengawê; sibeha şemiyê (07.01.2025) Ferman Efrîstemê ji Kirmanşana Rojhilatê Kurdistanê, li girtîgeha Dîzilavayê ya Kirmanşanê hatiye bidarvekirin. 

Hengaw bi bîr dixe ku kurd, berî 4 salan bi tohmeta "kuştina bi qest" ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve mehkûmî bidarvekirinê bûbû.

Hengaw tekez dike ji bilî wî; rejîma Îranê bi heman tohmetê 3 kurdên din jî bi dar ve kirine ku nasnameya wan weha ye: Mizefer Şahsiwarî (45), Mihemed Şehîdî (37) û Eşkan Kazimî.

Li gorî agahiyên vê raporê, nûçeya darvekirina van 4 girtiyên ji Rojhilatê Kurdistanê, heta niha jî ji teref medyaya rejîmê ve nehatiye belavkirin.

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'