Rêjîma Îranê li sala 2024 a Zayînî de zêdetir ji 883 bidar vekirin

.

Pêka rapora HRANAyê rêjîma Îranê li girtîgehên xwe de li sala 2024 a Zayînî de zêdetir ji 883 kes bidarvekirine ku bi herhevdanîn digel  sala 2023, %18.3 zêdetir bûye.

Malpera mafê mirovî ya “HRANA”yê li dawî rapora salaneya xwe de ku li 6ê Befranbara 1403 a Rojî de belav kiriye, daye zanîn ku rêjîma Îranê li girtîgehên xwe de li sala 2024 a Zayînî, zêdetir ji 883 kes bidarvekirine ku bi herhevdanîn digel sala 2023yê, %18.3 zêdetir bûye.

Pêka vê raporê, rêjîma Îranê li vê salê de sizaya bidarvekirinê bi ser 207 kesan de sepandiye û herwisa sizaya bidarvekirina 54 kesên din jî li ji aliyê dadgeha rêjîmê ya bi navê “Dîwan alî Kişwer” ve hatiye sepandin.

Sizaya bidarvekirinê bi pêka vê amarê li sala 2024ê de %33.5 zêde bûye û ji vê amarê, 772 kes mêr, 26 kes jin û 5 kes jî temenê wan jêr 18 saliyê de bûye.

Li heftiya derbasbûyî de zêdebûna bidarvekirina xelkê û sepandina sizaya bidarvekirinê bo ser girtiyên siyasî li Îranê, nerizayetiyeke gelek zêde li navxwe û derveyî Îranê li pey xwe aniye.

Pêka vê raporê, ji gelempera bidarvekirinên sala 2014ê de li Îranê, %51.87 bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber û %40.45 bi tohmeta kuştina bi zanebûn, hatine bidarvekirin.

Herwisa HRANAyê daye zanîn ku parêzgeha Elborz bi 2 girtîgehên bi heşîmet bi rêjeya %21.21 û parêzgeha Fars bi rêjeya %9.91, pileyên yekem û duyem li sala 2014ê  li bidarvekirinan de li nav parêzgehên Îranê de hene.

Kurdistan Haberleri

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê: Divê HSD tevlî hêzên nû yên Sûriyeyê bibe
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê û Îlham Ehmed bi telefonê axivîn
“Divê Zindana 5 Nolî bibe Muzeya Bîrdariyê”
Heta niha çend koçber ji Herêma Kurdistanê vegeriyane?
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê li Şamê daxuyanî da