Rejîma Îranê pîlaneke qirêj li bajarê Mihabadê bi rê ve dibe

.

Navenda Teşkîlata Hizba Demokrat di nûçeyekê de ragihandiye ku, girûpek ji kesên nenaskirî li ser navê pêşmergên Hizba Demokrat li devera Mihabadê mijûlê bacwergirtin û çêkirina fitneyan in.

Navenda Teşkîlata Hizba Demokrat daye zanîn ku ew hatine agehdarkirin ku di heyama wan çend rojên derbasbûyî de, girûpeke çekdar bi pîlaneke dariştî û li ser navê pêşmergên Hizba Demokrat, serdana gund û deverên Mihabadê dikin û daxwaza hevkariyê ji xelkê deverê dikin.

Navenda Teşkîlata Hizba Demokrat di vê derheqê de bi xelkê Kurdistan û bi taybet devera Mihabadê re radigehîne ku wan kesane ti cure pêwendiyek bi Hizba Demokrat re nîne û divê xelkê biwêr û azadêxwaz ên Kurdistanê agehdarê pîlanên dujminên Kurd bin.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê kir
Ji zanîngeheke Amerîkayê biryareke dîrokî: Êdî komkujiyên li hemberî Kurdan tên arşîvkirin
Netanyahu: Îran gefeke mezine li ser Cîhanê
Barrot: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehiya herêmê ye