Rejîma Îranê sibê 2 ciwanên Kurd darve dike

Rejîma Îranê ragihand ku girtiyên siyasî Zanyar Mûradî û pismamê wî Luqman Mûradî dê sibê werin darvekirin.

Aktîvîstên siyasî yên Kurd Zanyar Mûradî ûLuqman Mûradî ji sala 2009an ve di girtîgehê de ne û bi cezayê darvekirinê dihatin darizandin.Herdu pismamên hev ku di zîndana Recai Şehr de tên girtin, 5ê Îlonê ji bo cezayê îdamê bo odeyên cuda hatibûn veguhastin.

Hat ragihandin ku malbatên herdu girtiyên siaysî hatine vexwendin û ji wan re hatiye ragihandin ku sibê di saetên zû de herdu pismamên hev dê werin darvekirin.

Zanyar Muradî û Luqman Muradî 2009an li bajarê Merîwan ê eyaletê Sinê hatin desteserkirin û piştî demekê bi sizayê darvekirinê hatin cezakirin.

Bavê Zanyar Mûradî, Îqbal Mûradî jî ku aktivîstekî rêxistinên mafên mirovan bû, 18ê Tîrmehê li Pencewînê hatibû kuştin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin