Remzî: Hin kesên di nav PYDê de naxwazin danûstandinên Kurdî-Kurdî herine serî

.

Di derbarê êrîşên ser ofîsên ENKSê de, Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Hesen Remzî axivî û ragihand: “Xuya ye kesin hene, şepolek heye, teyarek heye di nav PYDê de naxwaze ev danûstandinên Kurdî-Kurdî herine serî û dixwazin van girjî, alozî û ne xweşiyan bigihin navbera tevgera Kurdî.”

Hesen Remzî ji K24ê derbarê êrîşên li ser ofîsên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û ofîsên partiyên girêdayî ENKSê yên li Rojavayê Kurdistanê de, ku di van demên dawî de tên encamdan, axivî û da zanîn:

“Piştî rawestandina danûstandinên Kurdî-Kurdî ji aliyê şanda Amerîkî ve, bi şêweyeke teknîkî, gelek berpirs û rayedarên PYDê derketin ser ragihandinê û dan xuyakirin ku ENKS bûye sedema rawestandinê û helwestên berevajî dan xuyakirin, lê belê piştî hatina Balyozê Taybet bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate Kurdistana Sûriyê û tekez kir li ser berdewamiya Kurdî-Kurdî.”

Hesen Remzî diyar kir:

“Çend roj in girjî û êrîş û gef û şewitandina ofîsên ENKS û partiyan ser wê, têne şewitandin bi şêweyeke medlûs, mixabin, ev kiryarên wiha ne di xizmeta miletê Kurd de ye, miletê Kurd dilgiran dike, miletê ku çaverê ye ku ev tevgera siyasî bigihîne rêkeftineke guncaw, da ku miletê me jî jiyaneke seqamgîrî û aram bijîn.”

Herwiha li ser êrîşên van demên dawî Remzî destnîşan kir:

“Xuya ye, kesin hene, şepolek heye, teyarek heye di PYDê de naxwaze ev danûstandinên Kurdî-Kurdî herine serî û dixwazin van girjî, alozî û ne xweşiyan bigihin navbera tevgera Kurdî.”

Hesen Remzî li ser erkê aliyên desthilatdarên Rojavayê Kurdistanê li hember van êrîşên ser ofîsên partiyên siyasî eşkere kir:

“Mixabin heta îro çi kuştin û revandin û kiryarên wiha hatibin kirin, ji me re nehatiye diyarkirin, ji raya giştî re jî nehatiye diyarkirin, lê tenê bi soz in, dibêjin emê bişopînin. Lê mixabin ev çar pênc roj in şewata ku hatiye kirin û êrîşên ser ofîsên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û partiyên ser wê ve, ti nêrîn û ti biryar û ti agahî ji me re nehatine diyarkirin.”

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne