Navê pirtûkê : HELGOLAND- Den relationella tolkningen av kvantfysiken. Fri tanke, 2022
Pirtûk, 235 rûpele.
Kvantfizîk, kvantteorî anjî kvantmekanîk mîna teorîya fereh û ûmûmî di hindirûwê fizîk û kîmya ya modernde têt nasîn.
Di vê pirtûkêde hemî meselên fizîkê tên mûnaqeșekirin û îzahkirin; lê dîse jî li gor nivîskar, di ilmê fizîkêde û belkî di hemî ilmêndî de jî gelek pirsên ku wê bêbersiv bimênin hene. Çima ? Ji ber ku tu kes û tu ilim nikarê bersiva hemî pirs û probleman bidêye. Lê bê guman bersivên mantiqî anjî nêzîkî realîteyê hene û merov karêt wan bersiv anjî șîrovekirinan mîna rastîyê halî hazir qabûl bikêye.
Tema vê pirtûkê eve ku hemî zanyarîya fizîk û kîmyayê divêt ji netîceyên ceribandin/experiment li laboratorîa anjî li der û derên ku ji bo vê armancê mûnasibin – bêt afirandin.Yanî piștî ceribandinê/xebatkirinê merov karêt bibêjê ku hingî ewan kesan karin qala teorî û bawerîyên xwe yî nû bikin – lê dise jî ewê(anjî em kesêndin) nikaribin bibêjin ku niha ew hemî tiștî dizanin, ji ber ku demeke pratîkê/tedbîqkirinê jî pêwîste. Berî vê demê/perîodê wê her hinek valayî anjî kêm-zanî û kêm-agadarî her hebê.
Di vê berhemêde em liqayî gelek navên alim anjî fizîkçî- û kîmyagerên bi nav û deng dibin. Kîne ewan? Hinek ji wan kesan evin: Niels Bohr,Max Born, Charles Darwin, Nicolaus Copernicus, Albert Einstein, Galileo Galilei, Isaac Newton, Jordan Pascual, Max Planck û hinekedin.
Lê belkî hinekî seyrbê(ecêb) anjî entresante ku nivîskar, navên hinek feylezof- û alimên ku ne-fizîkçîne, balam bandorek li fizîkê kirine, jî di berhema xwe de wan bi nav dike, ji ber ku wî ji xezîneyên wan jîr- û zîrekan îstîfade kirîye û hinek ji wan aliman jî evanin: Hegel, David Home,John Locke, Karl Marx, Aristoteles, Dante, Buddha, Lenin û hinekedin.
Nivîskar(Carlo Rovelli) pevgrêdaneke fizîkê û neurolojî yê jî dike û dibêjê ku ilmê neurolojîyê pêșketinên mezin di nabeyna hiș- û bîrbûn/bîranînan de kirîye. Çawa mêjî rola xwe di leyizê, çilo ziman geștir- û pêșkevtîtir dibêye û hîs(bi tirkî duygu) xwedî çi fonksîyone; evan babetan hemîyan cîhê xwe di vê berhemê de girtine. Di rûpelên 190 – 194 an de, li ser van fenomenan bêhtir agadarî anjî zanyarî hene.
Nuri Aldur