RESENSÎYONEK LI SER PIRTÛKA NIVÎSKAR: Erik Ohlsson

Nuri Aldur

Navê pirtûkê : Armbrytning med ondskan:

Staffan De Mistura: Ett liv med krig och konfliktlösning Ordfront,
Pirtûk, 360 rûpele.                                         

Ev pirtûk li ser jîyana Staffan De Mistura (bes tenê li ser jîyana wî ya di dema dîplomasîya Yekîtîya Neteweyan) de ye.Pirtûk nêzîkî 400 rûpelîye, xwedî naverokeke rengîn û gelek piralîye. Di nav van rûpelan de bi sedan, bi hezaran nûçe, șîret, aqilmendî û enformasyonên hêja hene.Her çiqas evan zanyarîyan li ser salên 1990 anin jî, lê ji ber ku pirtûk nûye; agadarî jî bo me xwendevanan rûyekî taze digirê û em bi van zanyarîyan ronakbîrtir û dilgeș dibin. Staffan qala xebatên xwe yî mîna dîplomat û berpirsîyarekî Yekîtîya Neteweyan ku di dereceyeke bilind de ye dike, serpêhatîyên xwe bi zimanekî dîplomat – lê gelerî dike. Ew zanyarî û tecrûbên xwe bi awakî pedegojîk – mîna semînêrdarekî bo me  xwendevanan pêșkêș dike. Hemî kes, balam belkî pêșî sîyasetmedar û civakzan, bere vê berhema hêja bixwênin. Bîlhasa em kurd, wê ji berhema Staffan gelek dersan fêrbibin. Di dema xwendina berhemêde merov karêt gelek caran bi kenê, lê kêlîyên ku merov karêt bi girî jî ne kêmin.Pirtûk li ser nakokîyên gelek welat û dewletên li Asya, Awrûpa û Afrîka ne. Eger ez navên wan dewletan li vir bi nivîsinim gelek rûpel û saet/dem pêwîstin. Lewra ezê resensîyona xwe konsentreyî tenha pirsa kurd û Kurdistanî bikim: nêzîkî 23 rûpelên vê berhemê li ser gel û welatê me ye û bê guman li ser bașûrî Kurdistana. Staffan ji derveyî van 23 rûpelan jî gelek caran mesela kurdan tênê rojanê û li vir û li wir jî qal dike. Eger kesek meraq bike û bixwazê bi xwênê ew  rûpelên 130-143 û 241-251 tenha li ser kul û derdê gelê me ye. Ew qala zilma Sadam dike, qala șer, șepirzetî, revê dike – lê ew qala hinek xweșî û hêvîyên kurda jî dike. Ew bi bașî qala fermanderekî pêșmergan li Dihokê dike, ew bi bașî qala polîtîka Hewlêr (û bi taybetî serokwezîrên wê demê Nêçîrvan Berzanî ku zîrek û dilxwazên kompromîsan dibînê) dike. 

Ha ez vê jî bibêjim ku berî ez vê pirtûkê bixwênim min bawer ne dikir ku Yekîtîya Neteweyan bi dilgermî nêzîkî mesela kurda bûyîye, lê niha ez di zanim ku di șexsîyeta Staffande(di dema ew berpirsîyare YN i Iraqê bû) hûmanîzmek bo gelê kurd hebû: bê guman ew mîna dîplomatekî neûtral bû, lê wî gelek caran rênîșan- û alternatîvên/șîretên aqilana li serokatîya kurdan dikirin û wî li gel dijminên kurdan(wek mîsal Sadam) heq û hûqûqên kurda bibîrtanîn û weke piștgirîyê dikir. Staffan rewș û derdên kurda baș dizanî û dizanê – lê ew kultura me jî baș dinasê û çend caran rexne jî krine, lê rexnên pozitîv û dostanî bûne.Ez vê pirtûkê mîna dokûmentekê dibînim: gelek tiștên baș û hêja di nav van xetên berhemêde hene; fermo bixwênin/bi pûnijin û dîplomasîyê binasin.             
                                         
Gelek gotin û rêzên rind û delal di pirtûkêde cîh ê xwe girtine, lê ezê tenê sisêyan bo we xwendevanan hedîgar bikim:
”Dag Hammarsköljd, seroke YN di dema 1953 – 1961 weha dibêjê; ku YN divêt bi dûristî, empatîk û bi dil û can alaqadarî nakokîyê bibêt da bikarêt wê çareser jî bike”.1
”Ewên ku rê- û rêçan digirin/asêdikin û astengan di deynin,  tiștne ku dixwazin veșêrin hene”.2
”…Dema min li gel Sadam hevdîtin kir û qala mafên kurdên Iraqê kir, Sadam bi refleksekê acizîya xwe nîșan de ”. 

Çavkanî: 1) rûpelê, 64  
2) rûpelê, 151 

3) rûpelê, 207
Nuri Aldur