Resensîyonek li ser pirtûka nivîskar, İngvar Carlsson      

Nuri Aldur

Nuri Aldur                                                                                     

Navê pirtûkê : I SÄLLSKAP MED DÖDEN  

ALBERT BONNIERS FÖRLAG, 2023                                                             

Pirtûk, 216 rûpele.

Tema pirtûka nivîskar(û serokwezîrê berê yê Swêd) Ingvar Carlsson li ser jîyana wî bi xwe ye; lê bi taybetî li ser wan kesên pirr nêzîkî wî(șexsî, politîkî û civakî) ku mirine anjî hatine kuștin e.Nivîskar bi awakî pirr șexsî û hesas qala van hevrêyan/dostan/xizman dike û ewan bi çi awayî mirin anjî hatine kuștin dike. Yekem kesê ku nivîskar mirina wî bi çavên xwe dîtîye, mirina bavê wî bi xwe ye. Ew hê 12 salîbû û li cihê kar ê bav ê xwe, ew rastî lașê bavê xwe yî bê can dibe û vê serpêhatîya tahl û tûj bandorên gelek giran li ser zaroktî/xortanî û hemû jîyana wî hiștîye. Nivîskar qala kesnedin jî  ji malbatê û dostên xwe dike û zehmetî û êșên ku mohra xwe li jîyana wî kirine dûr û dirêj di bêjê/di nivîsê. LÊ, noktadin ku nivîskar gelekî li ser radiwestê; qetlkirina hevrê û dostên wî yên politîkîne û eve jî - dinya wî yan entelektî /hizirî ser û bin hev dike û wî mecbûrî pûnijandinên kûr û dûr dike. KÎNE ev kesên ku hatine qetlkirin û ew pirr xemgîn kirine?Ewan Olof Palme ye, Anna Lindh´e, Rajiv Ghandi ye, Yitzhak Rabin´e. Ew qala qetlkirina her dû KENNEDY an û Indira Gandi jî dike. Nivîskar Rajiv Gandî kesekî pirr bi aqil- û sîyasetmedarekî giring didê nasîn.

 LÊ FERMO gelî xwendevanên Rûpela Nû, bawerim cara yekeme ku emê vê nûçe yê/anjî vê felaketê ji pênûsa Ingvar Carlsson gûhdarî bikin/fam bikin û ew jî eve ye ku ew qala qetlkirina ȘEREFKENDÎ jî di vê berhema xwe de dike û ha ji we re gotin û șîrovekirina nivîskar em pevre bi xwênin/bibhîzin:

”Ez, sekretêra partîyê Mona Sahlin û sekretêrê qabîna berê Pierre Schori; emî li gel Șerefkendî(kurdê Îranê û serokê mûxalefetê) û delegesyona wî, șîvekê/xwarinekê pevre li restauranta yewnanî/Mykonos li Berlinê bi xwin;  lê roja berî ku emî hevdû bibînin; Carl Bildt, serokwezîrê Swêd, telefonî min kir û xwest ku ez zû vegerime Swêd da em babetên ekonomî(faîz û banka merkezî) gotûbêj bikin û ewê firoka hûkûmetê jî bo min rêkin da ez zû werime Swêd. Ji ber wilo jî wan dostên xwe yî kurd agadarkirin ku ewê nikaribin werne civanên ku wan pevre biryar dabû …. Rojandin me ew xebera nexweș bihîst ku di dema șîv xwarinê de her çar kes bi sîlahên automat hatine gulebarankirin/qetlkirin. Polîsên almanî piștre beyankir ku îstîxbarata îranê, bi biryara dereca bilind di dewletê de, ev kar kirîye.”(1) Nivîskar çend rûpelan li ser vê qetlîamê dinivîsê û xemgînîya xwe didê xwîya kirin. 

Nivîskar qala felekata gemîya Estonya jî bi awakî fereh dike û di nav wan qurbanande jî dostên wî yên nêzîk hebûn.                                                                                

Beșê trajedîya Rwanda(milîyetên tutsi û hutu) jî gelek cîh girtîye di vê pirtûkêde û bi dilșewatî û dilzîzî qala  qetlkirina nêzîkî yek milyon kes dike û eve jenosîd di hindirûwê sed rojan de çêdibe. Cîranan cîran kuștin, hevalan heval, șagirtan mamoste û mamostan șagirt kuștin û wan hev bi kêr, bivir, bêr û dasan kuștin. Û li vir pêwîste anjî giringe ku ez dîtina nivîskar ku tiștekî nû ye bo wî; bo we xwendevanan bênime ber çavan:  ” Berê min di got ku îlim, perwerde, pêșkevtin kesan diguherê û bi pirranî jî guhertinên pozitîvin û kesan baștir dike û ewan kesan dibine kesên qenc û baș. LÊ vê jenosîdê bawerîke nû yan însan û însanetîyê da min, ku ew jî eve; ku ez ne wek berê di hizirim û dibêjim ku însan ji bingeha xwe ve baș û qence.”(2)

Çavkanî:                                                                                      

1)  rûpelên, 147 - 149                                                             

2)  rûpela,   200