Nuri Aldur
Navê pirtukê: MÄNSKLIGA RÄTTIGHETER UNDER ATTACK - TURKIET OCH AUTOKRATIN
Celanders förlag, 2023
Pirtuk, 150 rûpele.
Eger merov bixwazê di derhaqa mafên merovan, demokrasî, rewșa gelê kurd ya politîkî, kulturî û psîkolojîyê de zanyarîyên xwe zêdebike anjî bêhtir agadarbibe divêt hingî em vê pirtûkê bixwênin. Eger merov bixwazê ku tarîxa politîka Tirkîyê(ji bo hemî´dema cûmhûrîyetê) ya ne-demokrat/despotî anjî AUTOKRATI bizanibe û fêrbibe, divêt ku hingî merov vê pirtûkê bixwênê. Tiștê herî baș ewe ku nivîskar akademîsyana, doçentê tarîxa hizir û fikire. Noktekedin jî ku ne-kêm giringe, nivîskar ewrûpîye/swedîye û evan hemî faktoran waha dikin ku nivîskar li dûv rastîyêye û ne hema bêje ku divê proganda bikêye: neutaralîtêtî/objektîvî, çavkanîyên bi bawerî û stabîl/rast, metod û analîzên ilmî (rêk û pêkî, enternasyonalî, statistîkên ji dereceyên yekem mîna EU/Yekîtîya Ewupa) malzeme û bingeha vêNewroz javascript:; raporêne/vê pirtûkêne. Wek mînak emê bikarin weha bibêjin; Dadgeha Awrûpa(Ewropa Domstolen) 175 caran Tirkîyê bi zilma li ser kurdan di salên 1990 an de sûcdar dîtîye/qerar dayîye.(1) Dema dewletê xwest ku ”tirkîtî” bibe mîna qanûn anjî mecbûrî, hingî kurdan di cihde hemberî cûmhûrîyeta nû seri hildane. (2) Nivîskar mîna ku bi kurdî têt gotin: ”çavên xwe miçkirin û dev ê xwe vekir” - ew hemî neheqî, zilm, îșkence, bêqanûnî û dîktatorîya rejîmê yek bi yek tênê ber çavên xwendevanên pirtûkê, bi awakî kronolojîk/sîstematîk metodên wan yên ji merovatîyê durin bo xwendevanan hișkere dike û pêșkêșî raya dinyayê dike. Nivîskar gelek șahidên ku bi xwe di îșkencanre derbasbûne bi nav dike û jîyana wan dokûment kirîye û wî raporeke giring û ciddî afirandîye û xizmeteke baș bo xebatên lêkolîneran kirîye. Navên mîna Eren Keskin, Tahir Elçi, Figen Yüksekdag, Selahettin Demirtas û gelek kesêndin yên kurd di vê pirtûkêde derbas dibin.
Çavkanî
1) rûpel 63
2) rûpel 35