Resensîyonek li ser pirtûka niviskar Lars Strannegård   

.

Nurî Aldur

Navê pirtukê :Kunskap som känns, Mondial 2021   Pirtûk  221 pele.

Ev pirtûk li ser tarîx û rewșa niha ya zanistî, ilim, xwendin, zanebûn, perwerde û perwerdekirinê li Swêdêye. Nivîskar gelek mîsalan ji derveyî Swêdjî pêșkêșî me xwendevanan dike û rewșa zanistî û perwerdebûna Swêd û hinek welatêndinjî didê ber hev û bi vî awayî pirtûk resmekî hinek enternasyonalî jî digrê. Ji xwe zanistî û ilim jî ne tenê dinav hidûdên welatekîdeye anjî girtîyê/asêyî tenê coxrafyakêye. Pêwîste ji zanyarî û ilimre hidûd- û qedexebûn tûnebê!

Nivîskar gelek teorî- û babetan ji ilmên xwezanasí, ekonomî, sosyolojî û heta û heta ji beșê psîkolojî jî dûr û dirêj digrê, wan hûr hûr îzahdike û li rewșa îroj ya sîyaseta xwendin û perwerdebûnê tedbîqdike. Bê goman li gel van teorî- û babetan analîzên dirêj jî; lê bi zimanekî hêsan- û pedegojîkî pirin. Rewșa sosyoekono- mîkî (îmkan-bêîmkan/wekhevî-newekhevîya di civakê-   de) û demokrasîyê bi awakî   sîstematîkî têt nivîsandin û șîrovekirin. Wek mîsalek em karin li vir qala sporê bikin; nivîskar ji gelek teorîsyan û zanyaran teorîyan/dîtinan deyndike û pelên xwe bi zadtir- û qîmettir dike. Nivîskar dibêjit ku laș, can û zeka pevene anjî peve girêdayîne. Antremane fizîkî alîkarîya antremana hizirî/fikrî dike. Anjî zekake baș karê lașekîjî baștirbike û weha berdewamdike; qabîlîyeta empatîkbûnê (ku merov bi çavên kesêndin li meselan meyzebike anjî xwe bixê cihên kesêndin) kilîta bașîtîyêye. Kesekî empatîk karê bibêt doktorekî baștir, karmendekî baștir anjî mûdûrekî  baștir. Empatî û empatîkbûn tiștekî gelek baș û giringe di jîyanêde.(1)

Helbet bo ku merov bo civak û kesêndin bixwazit bibe alîkar,  divêt ewan pêșî xwe binasîn; wek mîsal em karin weha bibêjin ku ekonomek, rojnamevanek anjî lêkolînerek divét pêșî îmkanên xwe hebin da xwe fahmbikin/binasin û ev dema digîtalîsêringê weha dike ku bo xatirê ku em kesêndin binasin anjî fahmbikin pêwîste pêșî em xwe binasin. Dem gelekî xurt û zû têt guhertin; pêr mamostebû li ber texta reș, donê bi projektora overheadbû, îroj Powerpoint, Zoom, Teams û Hangout û aletêndin yên pedagojîyêne. Daxwaz û hêvîyên xwendevanan/șagirtan, dê û bavan ji mamostan niha bêhtirin ji demên berê û heman tișt ji bo nexweș- û doktoranjî waye û her wekîdin.

 

Jîyan weha bûyîye ku kar û programên rojanejî piralî bûûne.Mûmkûne ku merov hem xwedî hizrên azadbe, hem analîzkerbe, hem rexnegerbe û di heman demêde entresa xwe yî  pereqizinckirinêjî hebê û evê ne astengbê ku tû di civakêde jî aktîv û alîkerbê.(2)

Bawerîke weha heye ku xwendin/zanebûn însanan baștirdikê û bi piranîjî wiloye, lê malesef îspatek ji sedî sed tûneye ku hemî kes baștir anjî qenctir dibin dema ewan kesan gelek tiștan bizanin.Em di tarîxêde jî dibînin ku gelek kesên pir xwende- û zana jî; tișên herî pîs û xerab kirine. Zanyarî kesî otomatîkî qenctir, baștir anjî bi exlaqtir nakê – lê merov karê bibêjê ku zanyarî kesan bêhtir azadtir dike. Li dinyayê gelek despot û dîktator hene ku ewan li ûnîvêrsîtên herî baș jî xwendine.Di dinya ilmîde jî hemî alim û zanyar ne hemfikirin; wek mîsal em karin qala Max Weber bikin: merîtokratî gotineke ku sosyologê almanî Max Weber xistîya nav termînolojîya sosyolojî ya almanî-  û hemû dinya ilmî jî. Li gor teorîya Weber(Den protestantiska etiken och kapitalismens anda) giringe ku kes gelekî bi xebitin û karbikin da bikaribin bi serkevin û divêt wezifeyên herî baș, kar û karîyerên bilind bo wan kesên ku têgihiștî- û zanyarbin.(3)

Li ser rola teknolojî û pêșketinan jî di pirtûkêde gelekî hatîya qalkirin û weha têt șîrovekirin, ku divêt merov baș bizanit ku aletek anjî makîneyek nikarê ji însanek bêhtir ji însananre baștirbibe. Bê goman makîne û teknîk ji me însanan zûtir û baștirjî karin berheman bi afirînin, zêdebikin û xweșiktirjî bikin –  lê fonksîyona însanan wê her û her giringtirbe.

Em vê resensîyona xwe bi hevokeke baș û xweș bi dawî bînin: ”zanyarî te dikê xwedî hikm û hikm jî berpirsîyarîyeke mezin didête. Eger merov xwedî hikmekî mezinbe, divêt hingî jî tu kesekî baș/qencbêt; mîna qahramanên Astrid Lindgren, Pipi Långstrump û yên Rune Andreasson, Bamse´be.(4)

Hêjayî gotinêye ku em nivîskar/Lars Strannegård bi kûrtayî bidne nasîn: ew profesorê ekonomîye û ji sala 2014 an ve jî rektorê Handelshögskolan li Stockholme.

Nuri Aldur

Çavkanî

  1. rupelên 28-29
  2. rupelên 30-40
  3. rupelên 50-70
  4.  rupelên 80-215

 

 

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir