Navê pirtûkê :Den föräldralösa rasen.
Förlag: Ekström & Garay 2023
Pirtûk, 283 rûpele.
Ev pirtûk anjî ev roman berhemeke entresant û hêjaye! Xwendevan karêt gotin û wateya ”entresant” fambike û heta karêt qabûl jî bike – lê ma gelo çima ”hêja” ye ?
Ez weke nivîskarê van xetan/van rêzan, vê romanê, hêja dibînim ji ber ku tema ya berhemê li ser babeteke pir hesase û belkî jî gelek kes ji vê babetê ne agadarin.
Roman hemî li ser leșkerên nazîyên Almanya di șerê dinyayê yên dûemînde ye (bi gotinekedin li ser leșkerên Hitler/leșkerên-SS´e) ku li gel keçên(anjî jin – lê ewan salbiçûk bûn; 16, 17, 18 salî bûn) almanî/awrûpî, keçên arî/aryanî zarok çêdikirine. Lê ev prosesa zarokçêkirinê ne bi evîndarî, hîsên evînîyê anjî bi awayên romantîk- û romansanbû.Ew bi darê zorê bû, bi bêdilîya keçan bû, ji neçarîya keçan bû û ji mecbûrîyeta wan bû. Hitler ev tișt kiribû sîstematîk û wek politîka/bawerîya nazîzmê hatibû biryardan, ku neslekî almanî/saf-arî çêbibit. Ne bi jinên yahûdîre anjî yên ji neteweyên xerîbre û heta ne bi jinên feqîr- û belengazên almanî re jî leșkerên-SS nedibû ku zarokan çêbikin. Armanca Hitler ew bû ku leșkerên wî bi jinên almanî û skandînawîyan(navê Norweç gelek caran derbas dibe)re mûnasebeta cinsî bikin û zarokên(û dawî neteweyek)çavșîn û bozik werne dinyayê.
Roman li ser jineke ku niha pîre û hê jî dijî, lê zarokeke ji leșkerekî-SS´e û ev zarok hê di bebektîya xwe de teslîmî dewleta nazî kirin û piștre jî li cem organîzasyonên ne dûrî nazîyan mezin bûyîye. Vê kesê ne dîya xwe û ne jî bavê xwe dîtîye û wê ew hîç jî nas nekirin. Pirtûk hemî li ser hîsên vê kesêye; ku bê-dê û bê-bavîtî çiqas zahmete û bê ma çiqas ne-xweșe: psîkolojîya wê têk-diçê; ji ber ku ew xwe bê-xwedî dibînê, ew xwe bê-tarîx dibînê, ew xwe li vê dinyaya qerebalix tenha dibînê û ew xwe di nav kesande xerîb dibînê ye.Di vê dem ê de, salê, nêzîkî milyonek keçên/jinên almanî zarok ji ber xwe dikirin û vî tiștî Hitler aciz dikir, ji ber ku pêwîstîya wî bi leșker û șervanan hebû û soz da van keçan ku ewan zarokên xwe ji ber xwe nekin û navên xwe û heta jî navên bavê van zarokan jî bere hișkere nebê.(1)
Li vir zanyarîyek/agadarîyeke balkêș heye ku;”..Hitler ne di xwest malbateke xwe çêbike. Wî her dem di xwest mîna kesekî bekar/azib xwîya bike.Gelek yarên wî hebûn. Eva Braun 17 salîbû dema wan hev naskirin. Di mesela zarokan de Hitler zeîfbû. Maria Reiter 16 salî bû. Dû kesan ji yarên wî xwe kûștin/întîxar kirin: yek ji wan Geli Raubal bû, xwarzê yan wî(keça xwiha wî)bû, ku ji 17 salîya xwe ve li gel wî dijî.(2)
Gelî xwendevanên sayta kurdî; Rûpela Nû, ezê vê resensîyon a xwe bo we, bi çend gotinên naverok tijî bi dawî bênim:
¤ Di spîtîya berf ê de her tișt nayê veșartin.(3)
¤ Tiștin hene ku divêt bên dûbarekirin, da bên bihîstin.(4)
¤ Eger merov keviran bavêjê wan, wê kevir bi êșihin.(5)
¤ Șideta nazîzmê ji bêdengîya demokratan çêdibû.(6)
¤ Di jîyan ê de tiștin hene ku ew hew tên tamîr kirin.(7)
Çavkanî1) rûpel 52
2) ” 188
3) ” 209
4) ” 210
5) ” 215
6) ” 244
7) ” 64
Nuri Aldur